Karvedanên li hember êrîşa ser Ala Kurdistan û baregeha PDKê

18-10-2020
RÛDAW
Piştî şewitandina baregeha PDKê û Ala Kurdistanê, gelek aliyan bi tundî ew bûyerên li Bexdayê şermezar kirin
Piştî şewitandina baregeha PDKê û Ala Kurdistanê, gelek aliyan bi tundî ew bûyerên li Bexdayê şermezar kirin
Nîşan PDK Ala Kurdistanê Bexda Heşda Şeibî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karvedanên êrîşa li ser baregeha Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê û şewitandina Ala Kurdistanê berdewam in.

Êrîşa li ser baregeha Liqa 5 a PDK û şewitandina ala Kurdistanê, roja Şemiyê, 17yê Cotmeha 2020an, li Bexdayê, ji aliyê alîgirên Heşda Şeibî ve, karvedanên tund ên desthilat û aliyan li pey xwe anîn.

Ew grûpa ku gefa şewitandina baregeha PDKê dabû, çend navên wê hene, ji wan: Reb’ulla û Ehbabulla. Wê grûpê berê jî, êrîş kiribû ser çend baregeh û kenalên ragihandinê û ew şewitandibûn.

Yekem karvedan ji aliyê Desteya Heşda Şeibî ve bû, ku ragihand: “Em piştgiriya azadiya derbirrîn û nerazîbûn û xwepêşandanên aştiyane dikin, li gorî destûrê, lê bi hemû awayan em li dijî bikaranîna tundûtûjî û têkdanê ne”

Serokwezîrê Iraqê, Mistefa Kazimî ragihand: “Ewê li dijî destdirêjiya ser Iraqiyan radiwestin û destdirêjiya ser baregeha PDK red dikin.”

 Kazimî gote: “Men çend kes li ser bûyerê girtine û li pey yên din jî digerin. Me qonaxa tayfgeriyê derbas kiriye û paşde venagerin û Iraqî xwe bi xwe dijminatiya hev nakin bo meremên siyasî. Ew bi navê del û dewletê dê rûbirûyê her dijminkariyekê li beramber Iraqiyan bibe.”

Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, di twîtekê de şewtandina alaya Kurdistanê û êrîşkirina ser baregeha PDK şermezar kir û dibêje: “Gef û êrîş çareseriya nakokiyan nakin û divê pirsgirêk bi aramî û gotûbêjan bêne çareserkirin.”

Desteya Heşda Şeibî jî ragihand: Ew bi hemû awayî li dijî bikaranîna tundûtûjî û têkdanê ne.

Rêberê Rewta Sedir jî pirs dike ka kengî tundûtûjî û şewitandin bûne çare?

Rêberê Rewta Sedir li Iraqê  Muqteda Sedir got: “Kengî tundûtûjî û şewitandin û xaçkirin bûne çare? Eger hûn bangeşeyê dikin, meger pêkan e heybeta dewletê hebe û hûn niştiman dixwazin, meger hûn dixwazin Iraq ji dagîrkarî û terorê rizgar bikin, êdî hûn karê teror û dagîrker dikin”

Nerazîbûna wê grûpê di demekê de ye, ku di 12yê vê mehê de, Hoşyar Zêbarî, endamê Polîtbîroya PDKê, di hevpeyvîneke xwe de, derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê, gotibû “Grûpên çekdar ên Heşda Şeibî Bexda û Hewlêrê dikine armanc, her weke ku çawa DAIŞê ew dikirine armanc”.

Encûmena Wezarî ya Asayişa Niştimanî jî ragihand: “Destdirêjîkirina li ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê, û şewitandina baregehê, şermezar dikin, em lêkolînê di sedemên destdirêjiyê de dikin û nirxandinê ji rola hêzên ewlehî yên berpirsên parastina baregeha PDKê û derdora wê, dikin”

Herwiha Serokatiya Komara Iraqê şewitandina beregeha Liqê 5 ê PDKê li Bexdayê û ala Kurdistanê, şermezar kir. Hevdem Lahor Şêx Cengî, hecserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê, ji Rûdawê re ragihand: “Baregehşewitandin ne rêyeke şaristanî ye ji bo derbirrîna nakokiyê ligel çi kes û partiyê be”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst