Li Îraqê çavê kê û kê li serokwezîriyê ye?

20-11-2025
 Rehîm Ebûdî /  Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rehîm Ebûdî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îraq Hilbijartin Namzed Serokwezîrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraqê hilbijartin qediyan û niha çav li avakirina hikûmeta nû û destnîşankirina serokwezîrê nû ne.

Endamê Desteya Giştî ya Tevgera Hîkmetê Rehîm Ebûdî bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Dildar Herkî yên li ser mijarê bersivandin.

Rehîm Ebûdî eşkere kir ku di dawiya civîna Çarçoveya Hevahengiyê de veto li ser namzedbûna jinûve ya serokwezîrê niha Mihemed Şiya Sûdanî hebû lê niha ew veto hatiye rakirin û şansê wî zêde bûye.

“Rêjeya beşdariyê gelekî baş bû”

Wî her wiha got, "Heta niha Sûdanî û Malikî xwe ji bo posta serokwezîrtiyê kiriye namzed” û got:

"Ev hilbijartin li gorî hilbijartinên borî ji aliyê hejmar, cure û mekanîzmayan ve cuda bû, ji ber vê yekê rêjeya beşdariyê gelekî baş bû.

Ev pêngaveke mezin e ber bi dewleteke sazûmanî û demokrasiyeke rastîn ve.

Rola Komîsyonê gelekî bilez, bilind, şareza û paqij bû."

"Hemû aliyan hewl da”

Rehîm Ebûdî hêvî kir ku parlamento û hikûmeta pêşiya me li gorî daxwazên gelê Îraqê bin û biland:

"Hemû aliyan hewl da ji bo serxistina vê hilbijartinê, ji ber vê yekê em hêvîdar in ku di rewşa siyasî de pêşketin çêbibe û di avakirina hikûmetê de lez were kirin.

Her wiha parlamento dê di gera şeşemîn de ji gerên din cuda be.

Gelek kar hene ku li benda vê hikûmetê û parlamentoyê ne, di nav wan de 120 pêşnûmeyasayên ku li parlamentoyê ne û divê bibin yasa."

Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê 17ê vê mehê li ofîsa Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî ya li Bexdayê civiyabû û avakirina fraksiyona herî mezin a parlamentoyê ragihandibû.

“Du faktorên sereke hene”

Ebûdî eşkere kir ku heta niha wan wekî Tevgera Hîkmetê ji bo posta serokwezîrtiya Îraqê namzedek diyar nekiriye lê heta niha bi awayekî fermî Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî xwe ji bo wê postê kiriye namzed û li pey çû:

"Hemû aliyên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de dê berbijêrên xwe pêşkêş bikin lê parzûnkirin û pêvajoya diyarkirinê dê bi rêya wê komîteya ku ji bo vê mebestê hatiye avakirin be.

Di diyarkirina vê mijarê de du faktorên sereke hene: Hejmara kursiyan wekî giraniya parlamenterî û giraniya siyasî.

Bi giştî hemû aliyên Çarçoveya Hevahengiyê dê namzedên xwe pêşkêş bikin."

Aliyên Şîe di vê hilbijartinê de zêdetirî 180 kursiyan standine û li gorî kevneşopiya siyasî ya Îraqê, ew posta serokwezîrtiyê diyar dikin.

Lê gelek caran ji ber nêrînên Kurd û Suniyan neçar dimînin ku zêdetirî yek berbijêrî pêşkêş bikin.

Rehîm Ebûdî behsa wan du komîteyan kir ku Çarçoveya Hevahengiyê ji bo diyarkirina namzedê serokwezîrtiyê ava kirine û anî zimên:

"Yek ji wan taybet e bi hevpeyvîna bi namzedan re û li gorî pîvanan dê hejmareke diyarkirî, dibe ku du kes, bi dengdanê werin hilbijartin.

Komîte ji aliyê Humam Hemûdî ve hatiye diyarkirin lê heta niha hûrgilî û endamên wê ne diyar in û dest bi kar nekiriye.

Çarçoveya Hevahengiyê hewl daye ku nepenîtiya herî zêde were parastin da ku destwerdan (midaxele) çênebe."

"Heta astekê şansê Sûdanî heye”

Ebûdî derbarê şansê namzedbûna jinûve ya Mihemed Şiya Sûdanî jî got:

"Heta astekê şansê Sûdanî heye lê ev yek bi lihevkirina aliyên siyasî yên nav Çarçoveya Hevahengiyê û zextan ve girêdayî ye.

Zextên navxweyî û derve hene û Çarçoveya Hevahengiyê hewl dide ku biryar bi temamî navxweyî be.

Şansê Sûdanî nêzîkî ji sedî 30-50î e. Di civîna dawî de veto hebû lê ev veto hat rakirin.

Rakirina vetoyê tê wateya ku şansê wî zêde bûye lê nayê wê wateyê ku mijar hatiye çareserkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst