Parlamentoya Îraqê lîsteya balyozên nû pesend kir: 19 Kurd hene

26-08-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Balyozên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îraqê îro lîsteya balyozên nû yên Îraqê pesend kir ku ji 93 balyozan pêk tê. Di lîsteyê de 19 Kurd hene.

Yekî ji balyozên nû ji Rûdawê re got ku ew dê di demeke nêzîk de li hizûra Serokkomarê Îraqê sonda yasayî bixwin.

Li gorî lîsteyê, navên balyozên nû yên Kurd ev in:

1 - Selwan Reşîd Şingalî: Doktoraya yasayê, sala 1966an ji dayîk bûye, Wezareta Karên Derve ya Îraqê (PDK).

2 - Bêwan Casim Îbrahîm Ebdulah Zawîteyî: Mastera yasayê, sala 1978an ji dayîk bûye, şêwirmend li Wezareta Karên Derve ya Îraqê (PDK).

3 - Îmad Mihemed Mîrza Mihemed: Mastera zanistên siyasî, sala 1971ê ji dayîk bûye, şêwirmend li Wezareta Karên Derve (PDK).

4 - Amed Ebdulhemîd Mihemed Botanî: Lîsansa yasayê, sala 1975an ji dayîk bûye, şêwirmend li Wezareta Karên Derve (PDK).

5 - Rewez Mehdî Xoşnaw: Lîsansa bijîşkiyê, sala 1979an ji dayîk bûye, parlamenterê berê (PDK).

6 - Eşwaq Necmedîn Ebas Mihemed Caf: Doktoraya dermansaziyê, sala 1972yan ji dayîk bûye, parlamentera berê (PDK).

7 - Dana Mihemed Ceza Elî Mihemed: Lîsansa lêkolînên navneteweyî, sala 1975an ji dayîk bûye, parlamenterê berê (PDK).

8 - Birîn Seîd Tehsîn Beg: Lîsansa yasayê, sala 1981ê ji dayîk bûye, dîplomatkar (PDK).

9 - Dilêr Dara Tewfîq Fethulah Tewfîq: Lîsansa Erebî, sala 1967an ji dayîk bûye, şêwirmend li Wezareta Karên Derve (PDK).

10 - Şêrzad Ehmed Mihemed Hesen Caf: Lîsansa yasayê, sala 1980yî ji dayîk bûye, şêwirmend li Wezareta Karên Derve (PDK).

11 - Berîvan Mistefa Îbrahîm Mihemed Doskî: Mastera wergerê, sala 1964an ji dayîk bûye, şêwirmend li Wezareta Karên Derve (YNK).

12 - Mihemed Ehmed Hemedemîn Dizeyî: Lîsansa endezyariya kîmyayê, sala 1976an ji dayîk bûye, şêwirmend li Wezareta Karên Derve (YNK).

13 - Serhed Serdar Ebdulrehman Fetah: Lîsansa endezyariya şaristaniyê, sala 1965an ji dayîk bûye, şêwirmend li Wezareta Karên Derve (YNK).

14 - Ciwan Îhsan Fewzî: Doktoraya zanistên civaknasiyê, sala 1975an ji dayîk bûye, parlamentera berê (YNK).

15 - Derûn Fereydûn Ebdulah: Doktoraya rêveberiyê, sala 1983yan ji dayîk bûye, karmendê hikûmetê (YNK).

16 - Zana Bêstûn Elî: Lîsansa zimanan, sala 1983yan ji dayîk bûye, karmendê hikûmetê (YNK).

17 - Dana Seîd Sofî: Doktoraya zanistên civaknasiyê, sala 1971ê ji dayîk bûye, mamosteyê zanîngehê (YNK).

18 - Hawrê Mihemed Xerîb Ebdulqadir Celal Talebanî: Master, sala 1969an ji dayîk bûye, Wezareta Karên Derve (YNK).

19 - Mihemed Semîr Izet Samî Neqişbendî: Lîsansa zanistên siyasî, sala 1975an ji dayîk bûye, şêwirmend li Wezareta Karên Derve (Teqedûm).

Dana Ceza ji Rûdawê re ragihand ku ew dê di demeke nêzîk de li Serokkomariyê li ber hizûra Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd sonda destûrî bixwin û paşê jî dê beşdarî dewreyeke Peymangeha Xizmeta Derve ya Îraqê bibin.

Dana Ceza her wiha da zanîn ku heta niha ti cih ji bo wan nehatiye diyarkirin û piştî bidawîbûna dewreyê, li gorî pêwîstiya Wezareta Karên Derve dê li nav wezaretê yan jî li balyozxaneyan bên wezîfedarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst