Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, Nûrî Malikî ragihand, yê ku şer dest pê bike temamkirin û arasteya wê dê di destê wî de nemîne û diyar kir, êrîş û destdirêjiya li ser saziyên dewletê tawan e.
Nûrî Malikî herwiha da xuyakirin, ku siyaseta nedadmend û nakokiyên siyasî, gelê Iraqê tûşî êşê kiriye.
Piştî ku Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr bang li aligirên xwe kir ku ji Herêma Kesk û parlamentoyê vekişin, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî daxuyaniyek belav kir.
Malikî di daxuyaniya xwe de dibêje "Hêz nikare rewşek siyasî ferz bike û yên din neçar bike ku li gorî wê rêgezê bişopînin"
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê herwiha got “Yê ku şer dest pê kiribe nikare rê li berê bigre yan jî kontrol bike û berhem jî jê dernakeve. Di şûna wê de, faktorên navxweyî û derve hene ku rewşa xwînrêj dihêlin an jî rawestînin.”
Nûrî Malikî amaje bi wê yekê jî kir "Her kesî soz daye ku sîstema siyasî biparêze û di bin sîwana destûr û qanûnê de bixebite, ji ber vê yekê divê em her reftareke çewt ji her aliyekî, bê pesind û derew red bikin"
Malikî her wiha got, saziyên qanûnî yên dewletê li gorî yasayê xwedî parêzbendiyeke tam in û wiha doman “Ji ber vê yekê destavêtina wan sûcê herî mezin, xerabkirin û tinekirina jiyana siyasî û binpêkirina demokrasiyê ye.”
Çi bibû?
Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr duh di peyamekê de ragihand, ku ew bi tevahî dest ji siyasetê berdide.
Piştî ragihandina peyamê, alîgirên Sedr yekser daketin kolanên Bexdayê û ber bi navçeya Kesk ve birêketin.
Xwepêşanderên alîgirên Sedr dîwarên betonî yên li dora navçeya Kesk derbas kirin û bi ser Koşka Komarî de girtin. Hêzên emnî yên Iraqê ji bo belavkirina xwepêşanderên alîgirên Sedr bi ava şid û gaza rondikrêj destwerdan kirin û di navbera herdu aliyan de alozî derket.
Piştre di navbera alîgirên Sedr û komên alîgirên Îranê de li navçeya Kesk a Bexdayê de alozî û pevçûn derketin.
Her du aliyan ji şevê din ve çekên giran û sivik li dijî hev bi kar tînin. Di dîmenan de xuya dibe ku çekên wek hawan û RPG jî tên bikarnîn.
Di şer û pevçûnan de gelek kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Îro Sêşembê 30ê Tebaxa 2022an çavkaniyekî ji Wezareta Tendirustiya Iraqê ji nûçegihanê Rûdawê yê li Bexdayê Helkewt Ezîz re ragihand, ji ber şer û pevçûnên li Bexdayê di navbera alîgirên Sedr û hêzên emnî de, heta niha 25 kesan canê xwe ji dest dane û 380 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse