Şandeya ENKSyê li Şamê ye: Dê bi Wezîrê Karên Derve re bicive

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan ENKS Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) gihişt Şamê û dê bi rayêdarên Sûriyeyê bicive.

Desteya Serokatiya ENKSê îro gihîşt Şamê û dê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re bicive.

Çavkaniyeke ji nav ENKSyê ji Rûdawê re ragihand ku îro şandeyeke wê gihîştiye Şamê û şande ji endamên Desteya Serokatiyê pêk tê.

Heman çavkaniyê da zanîn ku ziyareta şandeya ENKSê ya ji bo Şamê li ser vexwendina hikûmeta Sûriyeyê ye.

Şande dê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst