Sûriye: Êrişên Îsraîlê ewlehî û yekîtiya gelê Sûriyeyê hedef digirin

02-05-2025
RÛDAW
Bombebaraneke Îsraîlê ya li Şamê/Wêne: Arşîv
Bombebaraneke Îsraîlê ya li Şamê/Wêne: Arşîv
Nîşan Îsraîl Sûriye Bombebaran Durzî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomariya Sûriyeyê êrişa Îsraîlê ya li nêzîkî Qesra Serokkomariyê şermezar kir û got, "Ev êrişa dijminane nîşana têkdana aramiya welat û zêdekirina krîza ewlehiyê yê."

Îro Serokkomariya Sûriyeyê ragihand, "Bi awayê herî tund bombebarana êvara borî ya nêzîkî Qesra Serokomariy ya ji aliyê Îsraîla dagirker ve şermezar dikin, ku tevliheviyeke metirsîdar li ser dezgehên dewlet û serweriya wê çêdike."

Şeva borî, artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku balafirên şer cihekî nêzîkî Qesra Serokkomariya Sûriyeyê bombebaran kirine.

Di daxuyaniya Serokkomariya Sûriyeyê de hat ragihandin, "Ev êriş ewlehiya neteweyî û yekîtiya gelê Sûriyeyê ye hedef digire."

"Qanûn û peymana navneteweyî bin pê dike"

Serokkomariya Sûriyeyê daxwaz ji civaka navneteweyî û welatên endam ên Komkara Ereban dike ku li dijî vê êrişê piştgiriya Sûriyeyê bikin ku "qanûn û peymana navneteweyî bin pê dike."

Serokwezîr û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê derbarê êrişê de ragihandibû, "Ev peyameke zelal e ji bo rejîma Sûriyeyê, em rê nadin ku hêz (ên Sûriyeyê) li başûrê Şamê belav bibin an jî ti gefê li civaka Durziyan bikin."

Di dawiya vê hefteyê de li başûrê Şamê di navbera Durziyan û komên çekdar de şer derket û ji ber vê yekê herî kêm 20 endamên ewlehiya Sûriyeyê hatin kuştin.

Ev pevçûn piştî wê bû ku di 28ê Nîsanê de, li yek ji zanîngehên Himsê de nîqaş di navbera xwendekaran de çêbû û bi awayekî olî hat şîrovekirin, kesekî dengekî tomar kiribû û bêrêzî li hember pêxemberê Îslamê kiribû (s.x.l.); û hate belavkirin ku xwediyê deng ê bêrêzî kiriye Durzî ye.

Banga ji bo welatên Ereb

Serokkomariya Sûriyeyê ji welatên Ereb xwest ku helwesta xwe bikin yek û piştgiriya xwe ya temam ji bo Sûriyeyê di rûbirûbûna van êrîşan de nîşan bidin, got, "Ev mafê gelên Ereb diparêze li hemberî karên dijminatiyê yên Îsraîlê."

Serokkomariya Sûriyeyê her wiha got, "Ev destdirêjiyên ku li yekîtiya Sûriyeyê dikin, çi ji derve be çi ji hundir be, di lawazkirina îradeya gelê Sûriyeyê de bi ser nakevin, astengî jî li pêşiya hewlên dewletê çênakin ku armanca wan pêkanîna aramî û aştiyê ye li tevahiya herêman.

Dezgehên ewlehiyê yên pispor dê lêkolîna xwe ya pêwîst bidomînin ji bo cezakirina berpirsyarên van destdirêjiyan.

Karên me jî bi hûrî dê berdewam bin ji bo astengkirina her gefeke ku ewlehiya niştimanî û welatiyên me di armanc de bigire."

Di beşekî din ê daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Serokkomarê daxwaz ji hemû aliyan dike ku di çarçoveya yekîtiya niştimanî de pabendî rêya diyalog û hevkariyê bin û bersiva her hewlên dirêjkirina krîzan bidin.

Sûriye li ser rêya avakirinê û bipêşxistinê berdewam e û ji çaksaziya wan astengiyan nawestin ku welat wêran kirine."

Serokkomariya Sûriyeyê amaje pê dike ku ew li ser serwerî û ewlehiya xwe ti tawîzan nadin, dê berdewam bin di parastina mafên gelê xwe de bi hemû rêbaz û amûrên berdest.

Şer û pevçûnên li Sûriyeyê

Tomareke dengî ya ku tê de tê îdiakirin yek ji oldarên Durziyan heqaret li pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed kiriye belav bû.

Piştî belavbûna tomara dengî li taxên Ceremana, Eşrefiyet Sehnayeyê ya Şamê û Siweydatê di navbera Durzî û hêzên asayîşê yên Sûriyeyê de şer û pevçûnên dijar derketin.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di pevçûnan de bi kêmî 73 kes hatin kuştin.

Li Ceremanayê roja sêşemê û çarşemê 30 endamên hêzên ewlehiyê û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, 15 kesên çekdar ên Durzî û sivîlek hatin kuştin.

Li parêzgeha Siweydayê jî roja çarşemê 27 kesên çekdar ên Durzî hatin kuştin, ji wan 23 kes li ser rêya Siweydayê ketin kemînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst