Operasyona Amerîkayê: Serkirdeyekî DAIŞê û 2 kurên wî hatin kuştin

25-07-2025
RÛDAW
Nîşan CENTCOM Amerîka DAIŞ Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) da zanîn ku di operasyonê de Ziya Zawba Muslih El Hardanî û du kurên wî hatine kuştin.

CENTCOMê ragihand ku li navçeya Babê ya li bakurê Sûriyeyê, di operasyonekê de serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê hat kuştin.

CENTCOMê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku hêzên wan berbangê li navçeya Babê ya girêdayî parêzgeha Helebê ve operasyonek li dijî serkirdeyê payebilind ê DAIŞê Ziya Zawba Muslih El Hardanî pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di encama operasyonê de Hardanî û du kurên wî yên mezin ên ku pêwendiya wan bi DAIŞê re hebû hatine kuştin.

Her wiha hat gotin ku ew endamên DAIŞê ji bo Amerîka, hêzên koalîsyonê û hikûmeta nû ya Sûriyeyê tehdîd bûn.

Fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla jî li ser operasyonê got:

"Em dê li kû derê bin bila bibin, şopandina terorîstên DAIŞê bi awayekî bê rehm bidomînin.

Terorîstên DAIŞê li cihên ku radizên, kar dikin û xwe vedişêrin, ne di ewlehiyê de ne.

CENTCOM, li gel hevkar û hevpeymanên me, bi biryar e ku terorîstên DAIŞê yên ku gefê li herêmê, li hevpeymanên me û li welatê me dixwin, bi awayekî mayînde têk bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst