Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ragihand ku ew dê heta dawiyê li hemberî êrişên çekdaran û heta dawiyê li ber xwe bidin.
Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê li dijî êrişên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê daxuyaniyek da û ragihand ku ew dê tawîzan nedin.
Encumenê hişyarî da xelkê ku li hemberî “polîtîkayên şer” baldar be.
Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên dijwar ên li ser taxên Kurdan.
Encumena diyar kir ku li gel êrişên leşkerî, hikûmet polîtîkayên şerê taybet jî dimeşîne û got:
"Hewl didin bi van rêbazên qirêj vîna gelê me bişikînin. Gelê me yê welatparêz divê li dijî polîtîkayên şerê taybet hişyar be. Gel li kêleka hêzên parastinê ye."
"Ciwan û Asayîş li ber xwe didin"
Konseyê diyar kir ku hêzên Asayîşê û ciwan li hemû eniyan li ber xwe didin û bangî raya giştî û her çar parçeyên Kurdistanê kir ku xwedî li vê berxwedanê derkevin.
"Em gavê bi paş ve navêjin"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tax bi çekên giran û bêperwa tên bombebarankirin û armanca vê yekê valakirina taxan e.
Encumenê helwesta xwe wiha anî zimên:
"Wekî Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, em dê yek gavê jî bi paş ve neavêjin û ti tawîzan nedin.
Heta ku em vê vînê azad dikin em dê têbikoşin. Taxên me nirx û rûmeta me ne.
Em dê van deran ji çeteyan re nehêlin û van taxan veguherînin qadên berxwedanê yên herî mezin ên dîrokê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse