Berlîn (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser êrişên li taxên Kurdan ên li Helebê ji Rûdawê re ragihand ku ew "bi dilgiraniyeke zêde" rewşê dişopînin û daxwaz kir ku demildest şer were rawestandin.
Berdevkekî ji ofîsa ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser şerê li taxên Kurdan ên li Helebê bi rêya e-mailê bersiva pirsên Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê yê Almanyayê Zinar Şîno da.
Di bersivê de hat gotin:
"Em bi dilgiraniyeke zêde şopandina nûçeyên pevçûnên tundûtûj û qurbaniyên sivîl ên li Heleb û derdora wê dikin."
"Vegerin ser maseya dan û standinan"
Hikûmeta Almanyayê bangî HSD û hikûmeta Sûriyeyê kir ku şer rawestînin û got:
"Em bangî hemû aliyan dikin ku şer rawestînin û vegerin ser maseya dan û standinan."
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê tekez kir ku "aştî û aramî li Bakurrojhilatê Sûriyeyê tenê bi rêya rêkeftinên siyasî bi dest tê."
Almanya di beşeke din a bersivê de amaje bi rêkeftina navbera aliyan kir û anî ziman:
"Ji bo vê armancê, di Adara sala 2025an de peymanek heye ku divê niha bilez were bicihanîn."
Bîlançoya şer
Ji roja Sêşemê ve şerekî giran li taxên Kurdan ên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Artêşa Ereban a Sûriyeyê de dest pê kiriye.
Li gorî amarên dawî yên Asayîşa taxên Kurdan 7 welatiyan canê xwe ji dest daye û 54 kes jî birîndar bûne.
Birêvebiriya Tenduristiyê ya Helebê ya hikûmeta Sûriyeyê jî kuştina 5 sivîlan û birîndarbûna 27 kesan li taxên di bin desthilata hikûmetê de ragihand.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê jî kuştina leşkerekî û birîndarbûna 5 leşkeran piştrast kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse