Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Damezrîner a Partiya Sûriyeya Azad Fehd Misrî ragihand ku sîstema nenavendiyê ne tenê pirsgirêka Kurdan her wiha pirsgirêkên Sûriyeyê jî çareser dike.
Serokê Desteya Damezrîner a Partiya Sûriyeya Azad Fehd Misrî beşdarî bernameya Nûrojê ya Rûdawê ku Nalîn Hesen pêşkêş dike bû û behsa rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.
Fehd Misrî derbarê serdana Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer a Fransayê de got:
“Serdana Ehmed Şer a Fransayê gaveke dîplomatîk a gelekî girîng e û vekirina Sûriyeyê ye li hemberî cîhanê.
Em hêvî dikin ku Almanya jî gaveke bi rengî biavêje.”
“Şer û Şeybanî gavên girîng avêtine”
Bi gotina Fehd Misrî dîplomasiya Sûriyeyê ji bo ku careke din Sûriye tevlî civaka navneteweyî bibe bi serokatiya Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî gavên mezin avêtine.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer di yekem serdana xwe ya Ewropayê de îro diçe Fransayê û dê li gel Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bicive.
Li gorî Serokatiya Fransayê, Macron û Şer dê behsa piştgiriya Fransayê û parastina pêkhateyan bikin.
Fehd Misrî red kir ku pirsgirêka pêkhateyan li Sûriyeyê hebe û got:
“Li Sûriyeyê gelek reng hene lê hin aliyên derve hene ku dixwazin ji bo çendîn ajandayên xerab vê kartê bi kar bînin.
Ew pirsgirêka ku bi kêmanî tê binavkirin dê li ser maseyên gotûbêjê be."
Macron doh li Parîsê soz da ku pişta xwe nade şervanên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê û got:
"Em dê ji bo şervanên azadiyê wekî Kurdan wefadar bin ku li gel me beşdarî şerê dijî terorê û bi taybetî DAIŞê bûn."
“Fransayê dîrokê dirêj bi Sûriyeyê re heye”
Serokê Desteya Damezrîner a Partiya Sûriyeya Azad xwest ku roleke girîng bi Fransayê were dayîn li Sûriyeyê û got:
"Her kes dizane ku Fransa dîrokeke dirêj bi Sûriyeyê re heye, lewma pêwîst e Fransa roleke girîng di Sûriyeyê de hebe ji bo ku Sûriye tevlî civaka navneteweyî bibe."
Misrî hêvî kir ku Fransa hevkariyeke girîng pêşkêş bike û wiha domand:
"Em hêvdî dikin ku Fransa hevkariyeke girîng û pêwîst ji bo serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê pêşkêş bike, ji ber ku serketina qonaxa veguhestinê gelekî girîng û pêwîst e.
Serneketina vê serkirdayetiyê dê encamên xirab ne tenê li ser Sûriyeyê, her wiha dê li ser herêmê û cîhanê jî hebe."
Misrî derbarê şêwaza birêvebirina Sûriyeyê sîstema federal red kir lê amaje pê kir ku nenavendîtiya îdarî ne tenê pirsgirêkan Kurd her wiha dê gelek pirsgirêkên din ên Sûriyeyê çareser bike û got:
"Nenavendîtiya îdarî dê li Sûriyeyê nebe sedema parçekirinê. Ez bawer nakim ku Sûriyeyî rê bidin bi heman eqliyeta berê welatê wan were birêvebirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse