Mihrac Ural li herêma Laziqiyê birîndar bûye

07-07-2019
RÛDAW
Nîşan Mihrac Ural Eniya Gelêrî ji bo Rizgarkirina Lîwaya Iskenderunê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Eniya Gelêrî ji bo Rizgarkirina Lîwaya Iskenderunê Mihrac Ural ku li Sûriyê bi navê Elî Keyalî tê naskirin li herêma Laziqiyê bi giranî birîndar bûye.

 

Ragihandina Eniya Gelêrî ji bo Rizgarkirina Lîwaya Iskenderûnê, ragihand ku Elî kiyalî ku emîndarê giştî yê eniya navborî ye, li herêma Laziqiyê birîndar bûye.

 

Li gor ragihandina eniya navborî, dema ku Keyalî li ser hêzên xwe yên çekdar digeriya otomobîla wî bi mîneke vedayî hatiye armancgirtin û di encamê de ew bi giranî birîndar bûye û ji bo nexweşxaneyekê hatiye veguhestin.

 

Mihrac Ural, ji destpêka şerê Sûriyê ve grûpeke çekdar ji bo piştevaniya hêzên hikûmeta Sûriyê dirust kiribû.

 

Li gor opozisyona Sûriyê, grûpa çekdar a Mihrac Ural komkujiyek li gundê Beyda ser bi banyasê ve encam dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst