Qeter dê li Sûriyeyê bi qasî 14 milyar dolaran veberhênanê bike

07-08-2025
Dilxwaz Mihemed
Merasima îmzekirinê /Wêne: Rûdaw
Merasima îmzekirinê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Sûriye Qeter Veberhênan
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Li Koşka Gel a Şamê, bi amadebûna Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, di navbera Qeter û Sûriyeyê de bi bihayê 14 milyar dolarî 12 rêkeftinên veberhênanê hatin îmzekirin.

Li gorî agahiyan, hinek ji projeyên sereke yên ku hatin îmzekirin ev in:

- Projeya Balfirgeha Şamê: 4 milyar dolar

- Projeya Metroya Şamê: 2 milyar dolar

- Projeya Bircên Şamê: 2 milyar dolar

- Projeya Bircên Beramkeyê: 500 milyon dolar

- Projeya Mola Beramkeyê: 60 milyon dolar

- Her wiha gelek proje li parêzgehên Hums, Heleb, Îdlib û Tertûsê.

“Projeyên ji bo jinûveavakirina Helebê”

Şêwirmendê Parêzgarê Helebê yê Karûbarên Veberhênanê Hazem Lotfî diyar kir ku li parêzgeha Helebê projeyên bi bihayê yek milyon dolarî heta milyarek dolarî hene û got:

“Îro ji bo parêzgeha Helebê du proje hatin îmzekirin.

Projeya yekem ew e ku avahiyên ku di salên borî de ji ber topbaran û erdhejê rûxiyane ji nû ve bên avakirin.

Ev proje gelekî girîng e û derî li pêşiya pêvajoyeke nû vedike, ji ber ku sêyeka Helebê wêran bûye.

Projeya din jî avakirina navendeke bazirganiyê ye.”

“Dê surpirîzên mezintir hebin”

Parêzgarê Şamê Mahir Merwan jî da zanîn ku ev proje dê di gelek waran de Sûriyeyê bi pêş bixin û wiha pê de çû:

"Ev proje dê kalîteya veguhastin û niştecîbûnê baştir bikin û bi hezaran malbat dê vegerin cih û warên xwe.

Her wiha dê pirsgirêka rêvebirin û jinûveçêkirina çopê li Şamê çareser bibe.

Di warê geştiyariyê de jî dê di nav 6 mehan de gelek otêl bên vekirin.

Ev hemû ji bo pêdiviyên civaka navxweyî ne û di paşerojê de dê surpirîzên mezintir hebin û derfetên kar ji bo xelkê peyda bibin.”

Bi îmzekirina van rêkeftinan tê çaverêkirin ku êdî derfetên kar ji bo bi hezaran welatiyên Sûriyeyê peyda bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst