Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi dronan êrişî taxa Benî Zêdê ya Helebê kir û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.
Di dîmenên ku ji herêmê hatine belavkirin de xuya dike ku 2 sivîl li kolanê birîndar bûne û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) hewl didin wan veguhêzin nexweşxaneyê.
Bîlanço giran dibe
Taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê ev demek e di bin êrişên dijwar ên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ne.
Encûmena Tenduristiyê ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ji Rûdawê re ragihand ku ji ber êrîş û topbaranan 8 kesan canê xwe ji dest da û 57 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, di nava wan de jin û zarok jî hene.
#VÎDEO - Li Helebê êrişa bi dronê: 2 sivîl birîndar bûn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 8, 2026
🔴 Li Taxa Benî Zêdê ya bajarê Helebê di êrişa droneke çekdarên hikûmeta Şamê de 2 sivîl birîndar bûn
🔴 Ji ber berdewamiya topbaranê tîmên hawarçûnê nikarin xwe bigihînin birîndaran pic.twitter.com/VgD9aSn7PD
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse