Hewlêr (Rûdaw) - Li Şêx Meqsûd û Bendava Tişrînê şer di navbera HSD û çekdarên hikûmeta Şamê de derketiye.
Aloziya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de li Heleb û derdora wê zêde bû.
HSDyê ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikûmetê êrişî taxên Kurdan, Dêr Hafir û Bendava Tişrînê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê HSDyê çekdarên hikûmeta Sûriyeyê her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên li Helebê û Dêr Hafir û derdora Bendava Tişrînê dikin armanc.
Asayîşa Helebê jî diyar kir ku di encama êrişên komên çekdar de kesekî canê xwe ji dest daye.
"Berpirsyariya aloziyê ya wan e"
HSDyê di daxuyaniya xwe de komên çekdar ên Şamê hişyar kir û got:
"Em van koman ji encamên vê aloziya metirsîdar bi tevahî berpirsyar dibînin."
Îdiayên medyaya Sûriyeyê
Li aliyê din, medyaya fermî ya Sûriyeyê îdia kir ku Artêşa Sûriyeyê xalên HSDyê yên li Taxa Şêxmeqsûdê kirine hedef.
Her wiha hat îdiakirin ku endamekî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê di encama êrişên HSDyê de hatiye kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse