Nûrî Şêxo: Hêzên hikûmeta Şamê bi tank û dronan êrişî me dikin

Duh li 06:36
RÛDAW
Dîmenên topbaranan ên li taxên Kurdan / Wêne: Ji vîdeoyê
Dîmenên topbaranan ên li taxên Kurdan / Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Nûrî Şêxo Heleb Taxên Kurdan Eşrefiya Şêx Meqsûd Hêzên Sûriyeyê Êriş Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Nûrî Şêxo ragihand ku êrişên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê ve vê sibehê dijwar bûne û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Nûrî Şêxo beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê rewşa dawî ya li taxên Kurdan ên li Helebê zanyarî dan.

Şêxo diyar kir ku di êrişên bi dronan ên li Şuqeyirê de ziyanên canî çêbûne û got:

"Welatiyekî canê xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn ku 3 ji wan zarok in. Rewşa birîndaran giran e. Êriş niha jî didomin."

"Ji sibehê ve 50 top li taxan ketine"

Hevserokê Encumena Taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê destnîşan kir ku hêzên hikûmetê ji herêma Kastelê bi çekên giran taxan dikin hedef û wiha got:

"Topên menzîldirêj û navîn û çekên dijahwayî tên bikaranîn. Her wiha bi tankan li taxan dixin.

Ji sibehê ve 50 top li her du taxan ketine. Rewşa li taxan gelekî cidî ye lê hîn şerê rûbirû çênebûye."

"Dron di destê Asayîşê de nînin"

Nûrî Şêxo bi bîr anî ku ev nêzîkî 3 mehan e dorpêç û zexteke dijwar li ser taxan heye û hikûmeta Sûriyeyê bi belavkirina nûçeyên derew tohmetbar kir.

Şêxo got, "Ji bo ku xwe mafdar nîşan bidin bi rêya medyayê manîpulasyonan dikin" û wiha pê de çû:

"Şêx Meqsûd û Eşrefiye taxên sivîl in, çima bêyî sedem êrişî hêzên hikûmeta Sûriyeyê bikin?

Ev bi temamî derew in û dixwazin êrişên xwe binixumînin. Hincetan ji bo êrişan çêdikin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ti êriş nekirine. Çekên ku ew behs dikin li cem me nînin.

Dron di destê Asayîşê de nînin. Ev dezenformasyona rêveberiya Sûriyeyê ye û hewl didin raya giştî bixapînin."

Nûrî Şêxo her wiha da zanîn ku ew ji bo rawestandina bombebaranê bi aliyên pêwendîdar re di nav dan û standinan de ne.

2 kuştî û 17 birîndar hene

Li aliyê din, Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ya Helebê Hêvîn Silêmanê jî ji Rûdawê re ragihand ku komên Emşat û Hemzat ên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê êrişî taxan kirine û di encamê de 2 sivîlan canê xwe ji dest daye û 17 sivîl jî birîndar bûne.

Hêvîn Silêmanê diyar kir ku êriş îro saet 11:00an bi çekên giran dest pê kirine, mal hilweşiyane û mizgeftê ziyan dîtiye.

Her wiha bi dronan êrişî xaleke Asayîşê kirine û 3 endamên Asayîşê birîndar bûne.

"Emşat û Hemzat êriş dikin"

Li gorî agahiyên ku Hêvîn Silêmanê dane, li Kolana Benîzêtê êrişeke hovane heye û heta niha 17 sivîl birîndar bûne û 2 sivîlan canê xwe ji dest daye.

Yek ji qurbaniyan jineke bi navê Fatîme Hemade ya 41 salî ye ku xelka Efrînê ye. Di nav birîndaran de zarokên 2 û 3 salî jî hene.

Hêvîn Silêmanê destnîşan kir ku komên bi navê "Emşat" û "Hemzat" êrişan dikin û ev kom di bin banê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de tevdigerin.

Wê got, "Em rewşê ji rêveberiya Sûriyeyê re dibêjin lê ew dibêjin 'Em nikarin sozê xwe li wan derbas bikin.'"

"Dorpêç tê zêdekirin"

Hevseroka Encumenê da zanîn ku dorpêça li ser taxan piştî 22yê Kanûna Pêşîn a 2025an zêde bûye û armanc valakirina taxan e. Hat/çûn hatiye sînordarkirin û destûr nayê dayîn ku wesayît derbas bibin.

Hêvîn Silêman tekez kir ku êriş li dijî "Rêkeftina 10ê Adarê" ne û ew dixwazin "Rêkeftina 1ê Nîsana 2025an" bê bicihanîn.

"Em dê mafê parastina rewa bi kar bînin"

Hêvîn Silêman amaje pê kir ku ew şer naxwazin lê eger êriş berdewam bikin ew dê bersivê bidin û got:

"Em şer naxwazin, em li dijî pevçûnan in. Lê eger êriş berdewam bikin em dê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.

Heta ku em mafên xwe di destûra Sûriyeyê de garantî nekin em dê li ber xwe bidin.

Em baweriya xwe bi hêzên xwe yên ewlehiya navxweyî tînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst