URDIN - 700 koçberên Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe

08-06-2025
RÛDAW
Koçber vedigerin / Wêne: Arşîv
Koçber vedigerin / Wêne: Arşîv
Nîşan Urdin Sûriye Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koçberên Sûriyeyî ji Urdinê vedigerin welatê xwe.

Barhilgir zêdeyî 700 koçberên Sûriyeyî ji Deriyê Sînorî yê Cabir-Nesîbê vediguhêzin nav axa welatê wan.

Endama Saziya Ferehê ya Vegera Koçberan Îlham Mutî anî ziman:

“Nêzîkî 9 rojan dibe ev kampanya didome, spas ji Xwedê re zêdeyî 2 hezar kes vegeriyane.

Tenê di demeke zêde kurt de zêdetirî 2 hezar kesî bi dilê xwe vegeriyane welatê xwe.

Me li wê derê jî cihê pêşwazîkirinê ji wan re dabîn kiriye, tîmên şahiyan dê pêşwaziyê li wan bikin.”

Piraniya koçberên vegeriyayî yên Kampa Zateriyê ne, li gorî Neteweyên Yekbûyî wekî duyemîn mezintirîn kampa koçberan li cîhanê tê hesabkirin ku nêzîkî 85 hezar koçber lê dijîn.

Koçberê vegeriyayî Mihemed Mesalime got:

“Ez niştecihê Kampa Zateriyê me, ev 13 sal in li vê derê me.

Niha vedigerim Sûriyeyê, piştî ketina rejîmê birayên min vegeriyan, dibêjin rewş baş bûye û şîreta vegerê li me dikin, em ê jî vegerin û li gel wan dilxweş bibin.”

Li gorî amarên fermî yên Urdinê ji dema ketina rejîma Beşar Esed û heta niha zêdeyî 65 hezar koçberên Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.

Roj bi roj hejmara koçberên vegeriyayî zêdetir dibe.

Li gorî Hikûmeta Urdinê berî ketina rejîma Beşar Esed nêzîkî milyonek û 300 hezar koçberên Sûriyeyî li ba wan tomarkirî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst