Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya herêmî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê doh li Sûriyeyê hinek êrişên hewayî pêk anîne.
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku êrişeke Îsraîlê derdora bajarê Himsê yê li rojavayê welêt kiriye hedef.
Ajansê pişt re da zanîn ku êrişeke din li derdora bajarê peravê Laziqiyeyê pêk hatiye.
Her wiha hat gotin ku balafirên şer ên Îsraîlê derdora Tedmurê jî bombebaran kiriye.
Derbarê ziyanên canî û madî de ti agahî nehatin parvekirin.
Birêveberiya nû ya Sûriyeyê ji Kanûna Pêşîn a 2024an ve li ser kar e û artêşa Îsraîlê gelek caran derbasî nav axa Sûriyeyê bûye û hinek caran êrişên hewayî pêk anîne.
Artêşa Îsraîlê Çiyayê Hermonê yê Sûriyeyê jî kontrol kiriye.
Îsraîlê ji sala 1967an ve piraniya Girên Golanê kontrol kirine û piştî bûyerên ku bûn sedema rûxîna desthilata Beşar Esed kontrola xwe berfirehtir kiriye.
#VÎDEO - Îsraîlê êrişî Laziqiyeyê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 9, 2025
🛑 Îsraîlê baregeha Saqubinê ya li derdora bajarê Laziqiyeyê kir hedef
🛑 Gelek ambulans çûn cihê bûyerê#Isarel #Syria pic.twitter.com/z8uzUc1HN0
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse