Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack ragihand, Washington dilgiran e ku ji aliyê komên çekdar ên tundrew hewla kuştina Ehmed Şer were dayîn.
Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack di hevpeyvîneke xwe ya li gel malpera Al Monitor de got, “Divê ji bo parastina Şer sîstemek were danîn.”
Thomas Barrack amaje bi wan gefan kir ku ji aliyê çekdarên biyanî yên ku berê di nav Heyeta Tehrîr El Şamê de bûn ve hatine xwarin.
Barrack diyar kir, di demeke ku serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê ji bo tevlîkirina çekdarên ku ezmûna wan a şer heye hewl dide rêxistina DAIŞê jî hewl dide wan bikişîne nav refên xwe.
Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack anî ziman:
“Çi qasî gihîştina alîkariya aborî ji bo Sûriyeyê dereng bikeve, ew qas komên dabeşbûyî yên zêdetir ava dibin ku dibêjin, ev derfet e ji bo têkdana rewşê.”
“Berjewendiyên me yek in”
Thomas Barrackê ku du caran li gel Ehmed Şer civiyaye, Serokkomarê Sûriyeyê wekî “jîr” û “bi bawerî” bi nav kir û diyar kir, bala wî li ser karên wî ye.
Barrack pesnê Şer da û da zanîn, ji bilî ku axivêrekî jêhatî ye, kesekî ew qas aram û hêdî ye ku di dema gotûbêjan de ti carî hest û niyeta xwe ya rastî li ser rûyê xwe nîşan nade.
Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack her wiha anî ziman:
“Ez piştrast im ku îro berjewendiyên me û berjewendiyên wî bi temamî yek in, wekî tiştê ku li Îdlibê ji bo serkeftina avakirina civakeke giştgîr a çalak kir ku Îslama nerm li ber e, ne Îslama tundrew.”
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) bi serkirdayetiya Ehmed Şer ku Amerîka wekî komeke terorîst bi nav kiriye û berê pêwendiya bi El Qaîdeyê re hebû ji sala 2017an ve hêza leşkerî ya serdest û desthilata defacto ya Îdlibê bû.
Komîsyona Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê Sûriyeyê raporên li ser “desteserkirina bi rengekî kêfî, şkence û tevgera xirab” di bin desthilata HTŞyê rapor de belav kiribû lê di salên borî de koma Şer astengiyên civakî kêm kirin, polîsê exlaqê ji cihên giştî vekişandin û qanûnên tund ên cil û bergên jinan siviktir kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse