Sûriye beşdarî Koalîsyonê bû

11-11-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Koalîsyon DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê ragihand ku Sûriye beşdarî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) bû.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.

Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Ev di dîroka Sûriyeyê û têkoşîna cîhanî ya li dijî terorê de werçerxaneke dîrokî ye.

Sûriye bi awayekî fermî bû 90emîn hevkarê ku beşdarî Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji bo têkbirina DAIŞê bûye."

Hevpeymaniya Navneteweyî ji dema ku sala 2014an bi pêşengiya Amerîkayê hat avakirin ve bi beşdariya gelek welatan li Sûriye û Îraqê operasyonên li dijî DAIŞê pêk anîne, lê hikûmeta Sûriyeyê bi awayekî fermî tevlî van operasyonan nebûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst