Hewlêr (Rûdaw) - Zanyariyên nû li ser avêtina termê şervana Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji avahiyekê li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê derketin holê.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin de diyar dibû ku komeke çekdar bi tekbîran termê şervaneke Kurd ji avahiyê davêjin xwarê.
Ev yek di raya giştî ya Kurd û cîhanê de bû sedema nerazîbûneke mezin û hat îdiakirin ku ew kes Ehmed Hemad El Mensûr ê endamê HTŞyê ye.
Endamê HTŞyê yê Misirî ye
Di bultena Hîwa Cemal a Tora Medyayî ya Rûdawê de hûrgiliyên jiyana wî çekdarê tundrew hatin belavkirin ku ferman dabû termê şervana Kurd Şehîd Stêra Denîzê were avêtin.
Navê wî çekdarî Ehmed Hemad Al Mensûr e, xelkê Misirê ye û li bajarê Îskenderiyeyê ji dayîk bûye. Kok û binyada wî digihîje eşîrên Sohagê.
Ji zanîngehê ber bi tundrewiyê ve
Ehmed Mensûr destpêkê li Zanîngeha El-Ezherê xwendiye û wekî bangxwazekî olî di televizyona fermî ya Misirê de derketiye.
Xeyala wî ew bûye ku bibe bangxwazekî navdar, lê paşê bi tohmeta ku alimên olî yên Misirê bûne "di desthilatdariyê de paşve çûbûn", rêya jiyana xwe diguhere û diçe Akademiya Deryayî.
Jiyana siyasî ya Mensûr sala 2011an dest pê dike; beşdarî xwenîşandanên 25ê Kanûna Paşîn û paşê jî çalakiya "Rabiayê" ya sala 2013an dibe û têkilî bi komên tundrew ên wekî "Hazimûn" re datîne.
Piştî rûxîna desthilata Îxwanê ya li Misirê, 2013an ber bi Sûriyeyê ve direve.
Li Sûriyeyê bû fermandar
Mensûr li Sûriyeyê tevlî refên "Eniya Nusra" û "Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ)" dibe û pileya wî bilind dibe.
Ew dibe berpirsê ofîsa plansazî û şopandinê û berpirsê "bangewaziya leşkerî."
Li gel karên xwe yên çekdarî, şîrketeke wî ya veberhênana xaniyan jî hebûye.
Destpêka sala 2025an, wî çekdarê tundrew ji nav axa Sûriyeyê tevgerek bi navê "Şoreşgerên 25ê Kanûna Paşîn" ragihand bi armanca rûxandina desthilata Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî. Vê yekê pirsgirêkeke mezin a dîplomatîk derxist.
“Li Şamê hat girtin”
Piştî derketina nakokiyan li gel hikûmeta Misirê, 13ê Kanûna Paşîna 2025an nûçeya girtina wî li Şamê belav bû.
Derbarê girtina wî de, îdareya nû ya Sûriyeyê ragihand ku ew rê nadin axa welêt bibe gef ji bo êrişkirina ser welatên cîran.
Karê dawî yê wî çekdarî, ew dîmen bû ku tê de fermana avêtina termê Şehîd Stêra Denîzê dide û pîrozbahiyê li çekdarên xwe dike.
Vê tevgerê Ehmed Mensûr ji çekdarekî tundrew kir "tawanbarekî navneteweyî".
#VÎDEO - Denîz bû sembola berxwedana Kurdan a li Şêx Meqsûdê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 12, 2026
🛑 Denîz sekvaneke Kurd bû û bi qenasa xwe gelê xwe diparast
🛑 Dema guleyên qenasa wê xelas dibin bi keleşa xwe li ber xwe dide û guleya dawî berdide xwe da ku nekeve destê çekdaran
🛑 Lê çekdar termê wê ji… pic.twitter.com/Pn267bSrh2
Hûrgiliyên li ser şervana Kurd
Li gorî çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, Şehîd Stêra Denîz şervan endama Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) bûye.
Wê li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê li hemberî hêzên ser bi rêveberiya Şamê ve demeke dirêj bi tena serê xwe berxwedaneke bêhempa nîşan daye.
Hat zanîn ku wê bi çeka xwe ya sekvvaniyê li ber xwe daye, heta guleya xwe ya dawî şer kiriye û ji bo ku nekeve destê çekdarn guleya dawî berî xwe daye dawî li jiyana xwe aniye.
Piştî ku Hêzên Asayîşê ji herêmê vekişiyan termê wê li cihê bûyerê ma û kete destê çekdaran.
Di dîmenên ku komên çekdar belav kirine de xuya dike ku ew heqaretê li termê wê dikin û ji qata sêyem a avahiyeke hilweşiyayî davêjin, kesên derdorê jî li çepikan dixin û tekbîran tînin.
Berteka "sûcê şer"
Parêzvanên mafên mirovan ev miameleya li hemberî cenazeyê şervana Kurd wekî "sûcê şer" û binpêkirina giran a mafên mirovan bi nav kir.
Çalakvanan bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên li dijî sivîl, jin û zarokan ên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi tundî rexne kir.
Heqareta li cenazeyê şervana Kurd bû sedema bertekan û ew şervana ciwan bû yek ji sembolên berxwedana Şêx Meqsûdê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse