Pedersen daxwaz li hikûmeta Sûriyê kir ku şanda xwe bişîne Cenêvê

12-09-2021
RÛDAW
Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî û Wezîrê Derve yê Sûriyê civiyan
Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî û Wezîrê Derve yê Sûriyê civiyan
Nîşan Sûriye Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo krîza Sûriyê Geir Pedersen li Şamê ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê civiya û ragihand ku hevdîtina wan serkeftî bû û tekezî li ser çareserkirina krîza Sûriyê kiriye, ligor madeya 2254. Pederson herweha diyar kiriye, wan li ser pirsên aborî, meydanî û gelek pirsên din gotûbêj kirine ku gavên cidî ji bo karê komîteya destûrê werin avêtin.

Heta niha 5 xûl ji gotûbêjiên Komîteya Destûrî li Cenêvê birêve çûne, lê tu encam ji wan derneketine.

Di demekê de, navçeyên li jêr destê opozisyonê, li bakurê rojavayê Sûriyê têne bombebarankirin, Şandiyê Neteweyên Yekbûyî careke din vegeriyaye Şamê, ji bo ku daxwazê li berprisên wî welatî bike, da ku vegerin ser maseya gotûbêjan li Cenêvê.

Geir Pedersen, daxwaz li Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad kir ku şanda xwe bişîne Cenêvê ji bo biserîkirina karan derbarê Komîteya Nivîsîna Destûrê.

Şandiyê Neteweyên Yekbûyî Bo Karûbarên Sûriyê Geir Pederen got: “Me li ser pêşniyaza min gotûbêjeke dewlemend kir ji bo gihiştina qonax bi qonax, herwiha bê guman li ser Komîteya Destûrê û pêşketina di wî aliyî de. Ez hêvîdar im piştî civînên îro, ligel Komîteya Netewetên Yekbûyî bicivim, eger rê tê de hebe, em ê daxwaz bikin ku gera şeşem birêve here."

Hewlên Neteweyên Yekbûyî ji bo aktîvkirina gotûbêjên Cenêvê di demekê de ne, hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê di kontrolkirina xakê de, berdewam e, ku di dema 10 salên şerên navxweyî de jidest daye.

Heftiya borî, hêzên hikûmeta Sûriyê nêzîkî kampeke koçberan li bajrokê Mieret Mesrîn li Idlibê kire armanc û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn, rojekê piştre, sentera bijîşkî li parêzgeha Idlibê hate armanckirin û jinek hate kuştin, her di heman rojê de, hêzên hikûmeta Sûriyê di çarçoveya rêkeftineke taxa Deraa Beled de, li bajarê Deraa bi bê teqe ji destê opozisyonê hate derxistin.

Geir Pederen herwiha got: “Em di nav wan hemû alingariyan re derbas bûn ku Sûriyê rûbirûyî wan bûye. Bi rastî me demeke gelek derbarê rewşa zemînî li navçeyên cuda cuda derbas kir. Me gotûbêjên li ser alingariyên abûrî û mirovî yên Sûriyê kirin. Ew alingariyên ku rûbirûyî guzeraniya xelkê dibin û ligel wê yekê ku em bikaribin çi bikin em dikin.”

Heta niha gelek civîn bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî ji bo bidawîanîna şerê Sûriyê birêve çûne, Neteweyên Yekbûyî bêhtir hewlan ji bo biserxistina Komîteya Nivîsîna Destûrê dide.

Komîteya Nivîsîna Destûrê, ku ji sala 2019an ve hatiye damezrandin, ji 45 kesan pêk tê, 15 nûnerên hikûmeta Sûriyê, 15 nûnerên opozsiyonê û 15 yên civaka sivîl, li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst