Li Sûriyeyê êrişî leşkerên Amerîkayê hat kirin

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Tedmur Êriş Leşkerên Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî bajarê Tedmurê yê li naverasta Sûriyeyê, di êrişekê de hinek leşkerên Amerîkayê û Sûriyeyî birîndar bûn.

Piştî êrişê li herêmê liv û tevgereke zêde çêbû û helîkopterên artêşa Amerîkayê ji bo derxistina leşkerên birîndar operasyonek pêk anî.

SANA: Êrişkar hat kuştin

Çavkaniyeke ewlehiyê ji Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) re axivî û bîlançoya êrişê eşkere kir.

Çavkaniyê got, "Di êrişê de du personelên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û gelek leşkerên Amerîkayê birîndar bûn.

Kesê ku êriş kiriye hat kuştin."

Hat diyarkirin ku birîndar ji bo midaxeleya bilez veguhastine baregeha El Tenfê ya di bin kontrola Amerîkayê de.

Rêya navneteweyî hat girtin

Piştî bûyerê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û rêya navneteweyî ya ku Dêrezor û Şamê bi hev ve girê dide bi awayekî demkî hat girtin.

Her wiha li asmanê herêmê liv û tevgera balafirên şer hat dîtin.

SOHR: Şandeyeke Amerîkayê geşt dikir

Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku êriş li dijî şandeyeke Amerîkayê bûye ku li Tedmurê geşt dikir.

SOHRê di daxuyaniya xwe de got:

"Hêzên hevpar ên Sûriye û Amerîkayê, rêya Dêrezor-Şamê bi temamî girt.

Di êrişê de birîndar hene û li gorî agahiyan rewşa hinek birîndaran giran e."

Hat zanîn ku şandeya rastî êrişê hatiye bi lez ji cihê bûyerê hatiye dûrxistin û birine baregeha El-Tenfê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst