Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Ereban a Sûriyeyê piştî ku gefa operasyona leşkerî li herêma Dêr Hafirê xwar, îro danê sibehê hêzeke piştevaniyê ya bi çekên giran ber bi wê sînorî ve şand.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) îro rgihand ku, Artêşa Ereban a Sûriyeyê hêzên piştevaniyê yên leşkerî ji parêzgeha Lazqiyeyê ber bi Dêr Hafirê ya li gundewarê rojhilatê Helebê ve dişîne.
SANAyê wêneyên wê hêzê belav kirin ku ji gelek leşker û wesayîtên leşkerî yên bi çekên doçkayê barkirî pêk tê.
Herêma leşkerî ya girtî
Desteya Operasyonên Artêşa Ereban a Sûriyeyê roja sêşemê herêmeke berfireh a li başûrrojhilatê Helebê wekî "herêma leşkerî " ragihand û ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwest ku ber bi rojhilatê Feratê ve vekişin.
Ev herêm ji Dêr Hafirê dest pê dike heta digihe Qewase û Meskeneyê yên li qeraxa rojavayê Feratê.
Li gorî daxuyaniyê, ew herêm bûye çavkaniya avêtina "dronên bombekirî yên Îranî" ku bajarê Helebê dikin hedef.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê bangî sivîl kir ku ji xalên HSDyê yên li wê herêmê dûr bikevin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin:
"Divê hemû komên çekdar ji bo parastina canê xwe vekişin rojhilatê Çemê Feratê.
Artêşa Sûriyeyê dê hemû tedbîrên pêwîst wergire ber da ku rê li ber wan koman bigire ku wê herêmê ji bo êrişkirinê bi kar bînin."
Li gorî nexşeya hatiye belavkirin, herêma qedexekirî dikeve rojavayê Çemê Feratê û başûrê Minbicê, bajarokên Dêr Hafir, Meskene û gundên derdorê heta qeraxa Gola Esedê li xwe digire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse