Putin û Ehmed Şer civiyan: 'Sûriyeyeke nû tê avakirin'

15-10-2025
RÛDAW
Nîşan Vladimir Putin Ehmed Şer Sûriye Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer di çarçoveya serdana xwe ya yekem a Rûsyayê de li Kremlînê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civiya.

Di hevdîtinê de pêwendiyên dostane yên her du welatan derketin pêş û Putin tevî pêvajoya dijwar ji ber bipêşketinên li Sûriyeyê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Li gorî nûçeya Sputnikê, Putin di beşa hevdîtinê ya ji çapemeniyê re vekirî de axivî û diyar kir ku pêwendiyên Rûsya û Sûriyeyê ji aliyê dîrokî ve gelekî dostane ne.

Serokê Rûsyayê qebûl kir ku Sûriye di pêvajoyeke dijwar de ye û tekez kir ku ew di wê baweriyê de ye ku hilbijartinên parlamentoyê dê hevkariya di navbera hêzên siyasî de xurtir bikin.

Putin got, "Serkeftina hêzên alîgirên serokkomariyê li Sûriyeyê serkeftineke mezin e û gaveke ber bi yekitiya civakê ve ye.

Ez di wê baweriyê de me ku ev serkeftineke mezin e ku we bi dest xistiye, ji ber ku yekitiya civakê pêk tîne."

Putin tekez kir ku Rûsyayê ti carî pêwendiyên xwe yên bi Sûriyeyê re li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî bi rê ve nebirine û wiha pê de çû:

"Bi dehan sal in me her tim bala xwe daye ser yek tiştî: Berjewendiyên gelê Sûriyeyê."

"Sûriyeyeke nû çêdibe"

Putin diyar kir ku raya giştî ya cîhanê niha Sûriyeyeke nû nas dike û Rûsya dê di vê pêvajoyê de roleke girîng bilîze.

Serokê Rûsyayê amaje bi pêwendiyên dîrokî yên di navbera welatan de kir û got ku ew dê xebatên hevpar bidomînin û ji bo pêkanîna gelek înîsyatîvan çi ji destê wan bê bikin.

Putin her wiha diyar kir ku dê bi rêya wezaretên karên derve têkilî û şêwirên bi rêk û pêk bidomin û bi bîr xist ku pêwendiyên dîplomatîk ên ku sala 1944an hatine damezrandin zêdetirî 80 sal in ku berdewam dikin.

Putin anî ziman ku niha zêdetirî 4 hezar xortên Sûriyeyî li saziyên perwerdeyê yên Rûsyayê dixwînin û hêvî kir ku ev xort dê beşdariyeke girîng di pêşketina dewleta Sûriyeyê de bikin.

Şer: Em pêwendiyên bi Rûsyayê re ji nû ve ava dikin

Serokkomarê Sûriyeyê Şer jî di hevdîtinê de diyar kir ku Sûriye dê hewl bide pêwendiyên xwe yên bi Rûsyayê re ji nû ve bi rêk û pêk bike û wiha axivî:

"Niha tiştê herî girîng helbet aramî ye. Hem li welêt û hem jî li herêmê aramî."

Şer her wiha got, "Di navbera Sûriye û Rûsyayê de pêwendiyên xurt hene û em ji bo jinûveavakirina van pêwendiyan dixebitin.

Sûriyeya nû, bi hemû welatan re, bi taybetî bi Rûsyayê re pêwendiyên stratejîk û siyasî ji nû ve ava dike."

Ehmed Şer da zanîn ku ew rêzê li hemû peymanên berê yên bi Rûsyayê re hatine kirin digirin, beşek ji sewqiyatên xwarinê girêdayî hilberîna Rûsyayê ye û gelek santralên elektrîkê pişta xwe bi ezmûna Moskowê girê didin.

Şer bal kişand ser girîngiya hevkariya aborî û got, "Em dê di paşerojê de jî xebatên xwe bidomînin û hewl bidin ku pêwendiyên xwe ji nû ve vejînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst