Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka û Sûriyeyê li dijî şaneyên DAIŞê dest bi operasyoneke hevpar kir.
Piştî êrişa li Sûriyeyê ku tê de 2 leşkerên Amerîkayê û wergêrekî sivîl hatin kuştin, hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê li dijî şaneyên raketî yên DAIŞê dest bi operasyoneke hevpar kir.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku operasyonê roja yekşemê dest pê kiriye û bi kordînasyona tam a bi hêzên hevpeymaniyê re tê kirin.
Rayedarên Wezaretê dan zanîn ku di çarçoveya operasyona ewlehiyê ya ku li çoltera Sûriyeyê giran bûye de, li herêma Tedmûrê ya parêzgeha Himsê 3 kes bi şika ku pêwendiya wan bi êrişê re heye hatine desteserkirin.
Di bûyera ku roja şemiyê qewimî û birêvebiriya Şamê wekî "êrişa terorîstî" pênase kir de 2 leşkerên Amerîkayê û wergêrek miribûn.
Washingtonê ragihand ku êriş ji aliyê endamekî DAIŞê ve hatiye kirin û êrişkar hatiye kuştin.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku êrişkar endamekî "tundrev" ê hêzên ewlehiyê yên giştî ye lê Trump diparêze ku êrişkar ne girêdayî hikûmeta Şamê ye û ew DAIŞî ye.
Wergêr xelkê Herêma Kurdistanê ye
Çavkaniyên leşkerî yên Amerîkayê ji Rûdawê re eşkere kir ku wergêrê sivîl ê ku di êrişê de hatiye kuştin, bi eslê xwe Mesîhiyekî ji Herêma Kurdistanê bûye.
Lêpirsîn kûr dibe: 11 girtî
Rayedarekî ewlehiyê yê Sûriyeyê ku nexwest navê xwe bide ji AFPyê re axivî û got, êrişkar zêdetirî 10 mehan di nav hêzên ewlehiyê de bûye û beriya veguhêzin Tedmûrê li bajarên cuda xebitiye.
Li hêla din, di çarçoveya lêpirsînê de piştî êrişê 11 personelên ewlehiya giştî hatine girtin.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell diyar kir ku di dema êrişê de leşker ji bo piştgiriya operasyonên têkoşîna li dijî terorê di civîneke krîtîk de bûne.
Çavkaniyên leşkerî yên Sûriyeyê jî ragihand ku bûyer di dema civîna efserên Sûriyeyî û Amerîkayî de qewimiye.
Hûrgiliyên êrişê
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja şemiyê soza bersivdayîna êrişê dabû û diyar kiribû ku êriş li herêmeke "gelekî metirsîdar" pêk hatiye ku ne di bin kontrola tam a hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de ye.
Li gorî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), di êrişê de 2 leşkerên Amerîkayê û wergêrek hatine kuştin.
Medyaya Sûriyeyê berê ragihandibû ku 2 leşkerên Sûriyeyê birîndar bûne.
Pentagonê jî eşkere kir ku êrişkar ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve hatiye kuştin.
Her wiha hat piştrastkirin ku 3 leşkerên din jî birîndar bûne û ew hêza hevpar ji bo piştgiriya operasyonên li dijî DAIŞê li Tedmûrê bûye.
Şam meha borî di serdana Ehmed Şer a Washingtonê de bi awayekî fermî tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bûbû.
Hêzên Amerîkayê bi giranî li herêmên Rêveberiya Xweser û li Baregeha Tenefê ya nêzîkî sînorê Urdinê bi cih bûne.
Washington dibêje leşkerên wan ji bo têkoşîna bi DAIŞê re û piştgiriya hevalbendên xwe yên herêmî li wir in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse