Ji tirsa şer li nav şikeftekê dijîn

17-09-2019
Loloxan
Li Idliba Sûriyê, malbatek ji tirsa şer û bombebaranan, di nava şikeftekê de dijîn.
Li Idliba Sûriyê, malbatek ji tirsa şer û bombebaranan, di nava şikeftekê de dijîn.
Nîşan Sûriye Idlib
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bab el Hewa ya sînorî li bakurê rojavayê Idlibê zilamek û herdu kurên xwe şikeftekê ji xwe re li jêr erdê çê dikin, bi rêya sing û çakûç hîm û latan dişkînin. Ev malbat ligel bi hezaran ji xelkê başûrê Idlibê, ji ber bombebarana firokeyan derbider bûne.

Ev şikeft niha ji wan re ewlehtirîn cih û mal e, ew gelekî  kêfxweş in ku di nav şikeftê de dijîn, daku xwe ji şer û bombebaranê biparêzin û li bendê ne ka dê di siberojê bi çi awayî be.

Ebû Ehmed ku awaryekî Idlibê ye, derbarê çêkirina vê şikefê de dibêje: “Me dest bi kolana mixareyê kir,  li gundê min Têr Mala mixareyek min hebû, bi dirêjahiya heşt salên şoreşê em di nav de bûn, lewra min heman tişt li vê derê jî kir.”

Firokeyên şer ên Sûriyê, piraniya navçeya sivîlnişîn li başûrê Idlibê wêran kirine, xelk jî neçar bûn mal û warên xwe bicîh bihêlin û ber bi navçeyên sînor derbider bibin.

Um Cuma dibêje: “Em li nav xaniyê xwe bûn, bombebaranê xanî wêran kir, ji neçarî em çar mehan di nav de man, lê piştî xelk derbider bûn, em jî ligel wan reviyan. Em hatin sê rojan li jêr darên zeytûnan man, piştre me ev otobûs ji xwe re paqij kir û ez û zarokên xwe di nav de bicîh bûn, sipas ji Xwedê re, ma emê çi bikin.”

Li gor Kumsipaiyan û Komisyona Koçberan a Neteweyên Yekgirtî, di encama êrîşên firokeyên Rûsya û artêşa Sûriyê de, ji dawiya Nîsana bihorî ve heta dawiya Tebaxê zêdeyî 400 hezar sivîl ji gund û bajarokên xwe li başûrê Idlibê ber bi navçeyên bakurê Idlibê ve aware bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst