Hewlêr (Rûdaw) - 13ê Nîsana 2013ê, Taxa Tedamun li Şama paytexta Sûriyê, dîmenek ji şerê navxwe yê Sûriyê, endamekî Îstixbarata Serbazî ya Sûriyê kesekî serûçavgirtî diavêje nav çalekê û dikuje, piştre hat zanîn ku navê wî Wesîm Siyam e.
Umer Siyam bavê Wesîm Siyam got "Ez çûm Dadgeha Rûbirûbûna Terorê, min daxwaza navê kurê xwe kir, gotin min ti zanyarî li ba me nînin. Cara sêyem ji min re gotin çima tu daxwaz dike? Ev kes ne li ba me ye. Min got wan bi hêviya Xwedê dibe ku hebe."
Sîham Siyam dayika Wesîm Siyam dibêje "Tawanekî veşartî bû, qeyd û nav jê re nebû, lê dema em çûn nifûsê li kurê xwe bipirsin, gotin me kurê we zindî ye, vê yekê wiha kir ku hêvî li ba min çêbibe û gunehê kurê xwe hilneynim, li her cihekî min pirsa wî kir, daku rojekê nebêje ez derketim û min lê nepirsî."
Bav û dayika Wesîm roj bi roj vîdeoya kuştina kurê xwe û kesên ligel wî di çalê de temaşe dikin. Ew dibêjin, gehiştine wê baweriya ku kurê wan û kesên ligel wî canê xwe ji dest dane, lê ew li bendê ne aliyên peywendîdar dadperweriyê cîbicîh bikin.
Lêkolerê Serbixwe Hazim Yûnis ragihand "Dema şer û pevçûn di navbera xala pişkinînê ya Nesrîn û çekdaran de çêdibûn, hêzên hikûmetê bi operasyoneke tolstandinê ya bêserûber radibûn, derbasî malan dibûn û sivîl digirtin û ew bi awayekî hovane dikuştin. Efserên îstixbaratê bi kêfa xwe xelk destser dikirin an berdidan an jî ew dikuştin, ev yek jî di vîdeoyê de diyar dibe ku ew kes di demeke zêde kurt de hatibûn girtin."
Grûpên alîgirên hikûmetê vîdeo derxistine derveyî Sûriyê û radestî lêkolerên Zanîngeha Amsterdamê kirine. Piştî lêkolînê diyar dibe ku endamên Şaxa Îstixbarata Serbazî ya Sûriyê 227 nêzîka 40 girtiyên sivîl li Taxa Tedamun a Şamê di nav çalekê de gullebaran dikin û dişewitînin.
Li gor Tora Sûrî ya Mafên Mirov, di salên şerê navxwe yên Sûriyê de sed û du hezar û 207 sivîl wenda ne, piraniya wan jî ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse