Li Helebê êriş

17-08-2025
RÛDAW
Nîşan Heleb Êriş Xwekuj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê li firneyekê teqînek çêbû.

Hat ragihandin ku teqîn ji ber êrişeke xwekujî bûye.

Li gorî Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), li taxa Meyserê ya Helebê li nêzîkî firneyekê êrişeke xwekujî pêk hat.

Li gorî agahiyên Birêvebiriya Ewlehiya Navxweyî, kesekî ku nasnameya wî ne diyar e kembera xwe ya bombekirî teqandiye.

Di encama teqînê de êrişkar miriye lê di nav sivîlan de ti ziyanên canî çênebûne û kes birîndar nebûye.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo diyarkirina nasnameya êrişkar xebatên xwe didomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst