Artêşa Îsraîlê: Me zêdetirî 100 carî li Sûriyeyê da

18-07-2025
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Sûriye Siwêda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di çarçoveya destwerdana di şerê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û Durziyan de zêdetirî 100 carî êrişî başûrê Sûriyeyê kiriye.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser şerê li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Avichay Adraee diyar kir ku êrişên li avahiyên Sererkaniya Giştî ya Sûriyeyê û Koşka Serokkomariyê ya li Şamê jî piştrast kir.

Adraee da zanîn ku Îsraîl hewl dide li ser sînorê xwe yê hevbeş rûbirûyê “komên dijmin” bibe û piştgiriyê bide Durziyan.

Roja pêncşemê, piştî ragihandina agirbestekê ku dawî li şer û pevçûnên çend rojan anî, hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bi piranî ji parêzgeha Siwêdayê vekişiyan.

Aloziyan ji ber revandin û êrişên di navbera eşîrên Bedewî yên Ereban û komên çekdar ên Durziyan de dest pê kiribû.

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ku ji bo vegerandina aramiyê destwerdan kiribûn, bi komên Durziyan re ketin nav şer û pevçûnan û êrişî sivîlan jî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst