Hewlêr (Rûdaw) – 2 endamên Kongreya Amerîkayê yên Partiya Komarî, Şama paytexta Sûriyeyê ziyaret kir.
Nûnerê eyaleta Floridayê yê Kongreya Amerîkayê Cory Mills ku endamê Komîteya Karên Derve û Komîteya Hêzên Çekdar e tevî nûnerê eyaleta Indianayê Marlin Stutzman serdana Şamê kir.
Her du kes jî endam jî kesên nêzîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump in.
Serdana nefermî ji aliyê rêxistineke nesûdwergir a Sûrî-Amerîkî ve hat organîzekirin.
Piştî rûxandina desthilata Beşar Esed, ev serdana yekem a endamên Kongresê ye ji bo Sûriyeyê.
Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê sala 2011an cara yekem e Serokê Filistînê Mehmûd Ebas, jî serdana Şamê kir û bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.
Marline Stutzman û Cory Mills çûn herêma Joberê ya Şamê. Li wê herêmê dêreke kevnar heye ku di şerê navxweyî yê 14 salan de ziyaneke mezin lê ketiye û hatiye talankirin.
Şandeya Amerîkî piştî ziyareta dêra dîrokî serdana taxa Xirîstiyanan a Bab Tûmayê kir û li wir bi metranê Xiristiyan re civiya.
Tê plankirin ku her du endamên Kongresê bi Ehmed Şer û berpirsên din ên hikûmeta Sûriyeyê re bicivin.
Îdareya Trump hîn bi fermî hikûmeta niha ya Sûriyeyê nas nekiriye ku ji aliyê Ehmed Şer tê birêvebirin.
Ehmed Şerê ku serokê koma Îslamî Heyeta Tehrîr El-Şamê ye (HTŞ), di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye.
“Gelekî girîng bû ku ez hatim vir”
Berê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re gotibû:
"Amerîka dê berdewam be li ser nirxandina danûstandina hikûmeta demkî û gavên me yên pêş li gorî kiryarên wan dê werin diyarkirin."
Cory Mills behsa çavdêriyên xwe kir û got:
"Gelekî girîng bû ku ez bêm vir da ku bi çavên xwe tiştan bibînim, bi dezgehên cuda yên hikûmetê re bicivim, pêdiviyên gelê Sûriyeyê û pêdiviyên welatê wan ê ji bo aramiyê bibînim."
Siyasetmedarê Amerîkî Mills ragihand, ew pêşbînî dike ku ew dê bi Şer re pirsa dorpêçên aborî yên li ser Sûriyeyê gotûbêj bikin û behsa karên pêşîne yên hikûmeta Şamê bikin.
Li gorî gotina Mills biryara rakirina dorpêçan li ser Sûriyeyê, di destê Donald Trump Kongre dikare di wê mijarê de şêwirdariyê pê re bike.
Endamên Kongreyê li ser vexwendina rêxistina Hevpeymaniya Sûrî - Amerîkî ji bo Aştî û Xweşguzariyê çûne Şamê ku rêxistineke nesûdwergir e.
Baregeha wê li Indianayê ye û erka xwe wekî pêşxistina hevkariyeke berdewam a ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve di navbera gelê Sûriye û Amerîkayê de pênase dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse