HSD: Berpirsyarê aloziya li Helebê komên Şamê ne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Heleb Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku berpirsyarê van êrişên li her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê komên girêdayî Hikûmeta Şamê ne.

HSDyê daxuyaniyek belav kir û îdiayên ku dibêjin wan êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê kiriye red kirin.

HSDyê diyar kir ku berpirsyarê van êrişan komên girêdayî Hikûmeta Şamê ne.

"Me rêbend radestî Asayîşê kirine"

HSDyê di daxuyaniya xwe de gotegotên saziyên ewlehî û leşkerî yên Hikûmeta Şamê derewand û got:

"Em îdiayên ku dibêjin 'Hêzên me êrişî taxên Helebê kirine' qet qebûl nakin.

Me rêbendên xwe ji dema Peymana 1ê Nîsanê ve radestî Hêzên Ewlehiya Navxwe kirine."

"Komên hikûmetê sivîlan bêzar dikin"

HSDyê bal kişand ser dorpêça li ser taxan û wiha pê de çû:

"Berpirsiyarî ya komên girêdayî Hikûmeta Şamê ye. Tevî Peymana 1ê Nîsanê jî ev çar meh in taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirine.

Ew kom pirsgirêkan derdixin û di bin çavê hikûmetê de êrişî sivîlan dikin û wan bêzar dikin."

"Ji cihên leşkerî roketan diavêjin"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişa îro encama kirinên heman aliyan e û wiha hat gotin:

"Nemaze li rojavayê û bakurê Helebê, ji cihên wan ên leşkerî roket ber bi taxên bajêr ve tên avêtin ku ewlehî û aramiyê aloztir dikin û têk dibin.

Wêrekiya van koman gihiştiye wê astê ku tank û topavêjan bi kar bînin û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê topbaran bikin.

Bi vê yekê jiyana sivîlan dixin metirsiyê û aramiya bajêr têk dibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst