SÛRIYE - Xelkê Quneytrayê ditirse artêşa Îsraîlê dest deyne ser mal û milkê wan

23-09-2025
RÛDAW
Xaniyên ku hatine rûxandin/Wêne: Ji vîdeoyê
Xaniyên ku hatine rûxandin/Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Sûriye Artêşa Îsraîlê Quneytra
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Operasyonên artêşa Îsraîlê li gundên parêzgeha Quneytrayê ya li başûrê Sûriyeyê, di nava xelkê de bûye sedema tirs û fikaran.

Welatî diyar dikin ku di demekê de ku hikûmeta wan ji bo rêkeftineke ewlehiyê bi Îsraîlê re di nava gotûbêjan de ye, artêşa Îsraîlê "malên wan hildiweşîne û ciwanan desteser dike."

"Em ewlehî û aramiyê dixwazin"

Xelkê herêmê ji ber van operasyonan dilgiran e.

Dikandar Eymen Zeytûn ji ber operasyonan wiha bang kir, “Em ewlehî û aramiyê dixwazin.

Em hewara xwe digihînin hikûmeta xwe ya ku ji bo gotûbêjkirina rêkeftineke ewlehiyê çûye Amerîkayê.

Em piştgiriyê didin her rêkeftineke ku ewlehiya gel misoger bike.”

Tirs ketiye dilê xelkê gundewarê Quneytrayê û ew dibêjin ku operasyonên berdewam ên artêşa Îsraîlê dibe sedem ku ew neçar bimînin cih û warên xwe biterikînin.

"Mala min û 15 malên din hilweşandin"

Mihemed Elî ku yek ji wan kesan e ku mala wî hatiye hilweşandin, rewşa xwe wiha tîne ziman:

“Mala min li ser rêyeke ku hêzên dagirker bi kar tînin bû.

15ê Hezîrana 2025an hêzên dagirker bi şev bi alavên xwe ketin hundir û heta serê sibehê mala min tevî 15 malên din hilweşandin.”

Li gorî wî, Îsraîl van kiryarên xwe zêde dike da ku xelkê ji herêmê derxîne.

Îsraîl hebûna xwe xurt dike

Ji dema rûxandina rejîma Beşar Esed a 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve artêşa Îsraîlê li parêzgehên Quneytra û Derayê zêdetirî 250 operasyon pêk anîne.

Îsraîlê her wiha bi hinceta rûbirûbûna çekdarên radîkal, li gundewarê Quneytreyê 9 pêgehên nû yên leşkerî ava kirine.

Îsraîl dibêje ku ew van operasyonan pêk tîne da ku rê li ber ketina çekan a destê komên ku ew wekî "cîhadîst" bi nav dike, bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst