Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê tevgera xwe zêde kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Quneytra Artêşa Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Quneytrayê ya li başûrê Sûriyeyê tevgera leşkerî ya artêşa Îsraîlê bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Hat ragihandin ku yekîneyên Îsraîlê li herêmê rêyên stratejîk girtine, ketine gundan û bi fîşekên ronîkirinê operasyon pêk anîne.

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên xwecihî û Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) dane, yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku ji nêzîkî 10 wesayîtên leşkerî pêk dihat, rêya stratejîk a ku bajarokên Cebata El-Xeşeb û Xan Ernebeyê yên li gundewarê Quneytrayê bi hev ve girê dide li trafîkê girt.

Hat diyarkirin piştî ku rê demekê girtî ma hêzên Îsraîlê vekişiyane baregehên xwe yên li gundê Hemîdiyeyê û di bûyerê de ti şer û pevçûn derneketine.

Ketina gundan û fîşekên ronîkirinê

Hat zanîn ku hêzên Îsraîlê ketine gundê Um Batnayê û li ser gundê cîran El Ecrefê fîşekên ronîkirinê teqandine.

Di heman demê de hat ragihandin ku dewriyeyeke din a Îsraîlê ku ji 8 wesayîtên zirxî pêk dihat derbasî gundê El Ecrefê bûye û piştre ber bi herêma Tel Krum Cebayê ve çûye.

Çavdêrên li herêmê balê dikişînin ser wê yekê ku artêşa Îsraîlê her ku diçe hebûna xwe ya li başûrê Sûriyeyê zêdetir hîs dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst