SIWÊDA - Welatiya Amerîkayê ya di nav şer de mabû behsa wan kêliyan kir

26-07-2025
RÛDAW
Wefaa Cermeqanî / Wêne: Rûdaw
Wefaa Cermeqanî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Wefaa Cermeqanî Siwêda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiya Amerîkayê Wefaa Cermeqanî ku ji bo serdana malbata xwe li Siwêdayê bû, di dema derketina şerê di navbera komên çekdar ên Durziyan û eşîrên Ereb ên Bedewî de li wir bû.

Wefaa Cermeqaniyê serpêhatiya xwe bi gotinên, "Yek ji serpêhatiyên herî tirsnak ên jiyana min bû" anî ziman.

Cermeqanî ya ku sala 1975an ji Sûriyeyê koçî Amerîkayê kiribû, piştî xanenişînbûna xwe 10ê Gulana 2025an ji bo çend mehan li gel malbata xwe bimîne, çûbû Siwêdayê.

Li Siwêdayê şer 12ê Tîrmehê derket. Du roj şûnde, hikûmeta Sûriyeyê ji bo rawestandina tundiya ku belav dibû, hêzên leşkerî şand bajêr.

Îsraîlê jî ji bo piştgiriya Durziyan destwerdan kir û êrişên asmanî li dijî pêgehên leşkerî yên Sûriyeyê, qesra serokatiyê û Wezareta Parastinê ya li Şamê pêk anî.

Cermeqanî li mala xwîşka xwe ya li bajarokekî nêzîkî Siwêdayê dima.

Sibeha 13ê Tîrmehê, xwîşka wê ew hişyar kir û jê re got ku divê birevin. Ew çûn mala malbata xwe ya li nav bajêr, bi fikra ku ew dê li wir ewletir bin.

"Dengê topan û tirs li her derê bû"

Cermeqaniyê da zanîn ku wê dît ku zarokên 12 salî jî ji bo parastina malbatên xwe çek hilgirtine û got:

"Min dît ku mirov, xort û ciwanan çawa tax û malbatên xwe diparastin. Neçar man ku çekan hilgirin. Gelekî nerihet bû.

Dengê topan û hesta tirsê li her derê bû."

Cermeqaniyê diyar kir ku gelek caran teqîn çêdibûn û ji bo xwe biparêzin ew li jêrzemînê diman û wiha li pey çû:

"Xwarzayê min û hevalê wî bi kontrolkirina derve em diparastin, wê demê ew bûn hedef. Ew hatin dîtin û bûn hedef."

“Wekî temaşekirina fîlmekî tirsê bû”

Cermeqanî behsa wan kêliyên tirsnak kir û got:

"Ji nişka ve tişt ji ser maseya metbexê firiya û wêraniyek mezin çêbû. Mûşekek li mala cîranan ketibû ku nêzîkî 50 metreyan dûrî me bû.

Hedef xwarzayê min û koma ku em diparastin bû. Piştî vê yekê em neçar man ku birevin bajarokekî din.

Gelekî nerihet bû. Dema em ji Siwêdayê direviyan, me bêhna mirinê dibhîst.

Te dikarî bêhna termên miriyan bikî. Wekî temaşekirina fîlmekî tirsê bû. Pir tirsnak bû."

Herî kêm 145 hezar û 600 kes koçber bûn

Li Siwêdayê bi navbeynkariya Amerîkayê piştî 9 rojan agirbesta yekem hat ragihandin û di 16ê Tîrmehê de Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ragihand ku hêzên Sûriyeyê ji bajêr vekişandine.

Lê ev yek ji bo bidawîkirina şer têrê nekir.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan, sivîl nehatin parastin û rê li ber alîkariyên mirovî nehat vekirin, her wiha nûnerên Bedewiyan jî tevlî muzakereyan nebûn.

19ê Tîrmehêagirbesteke duyemîn hat ragihandin ku tê de bicihkirina hêzên ewlehiyê yên dewletê ji bo vekirina korîdoreke mirovî, kêmkirina aloziyê û ewlekirina rêyên girîng hebû.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), ji ber tundiyê herî kêm 145,600 kes koçber bûne.

Piştî agirbestê jî şert û mercên mirovî xirabtir bûn, ji ber ku elektrîk, av, sotemenî û telekomunikasyon bi berfirehî peyda nebûn.

Firne ji ber kêmbûna ard û sotemeniyê rawestiyan

Di rapora dawî ya Ajansa Alîkariya Mirovî ya NYê de li ser rewşa Siwêdayê ev tişt hatin gotin:

"Firne ji ber kêmbûna ard û sotemeniyê rawestiyan û xwarinên bingehîn li bazarên herêmî bi piranî peyda nabin.

Tenê çend dikan vekirî dimînin û bi gelemperî ji bo kelûpelên kêm rêzên dirêj çêdibin.

Gelek malbatên koçber ji kelûpelên bingehîn ên wekî nivîn û betaniyan bêpar in ku ev yek lezgîniya alîkariya mirovî ya pirralî nîşan dide."

Cermeqanî got ku wan bi rêya medyaya civakî nûçeyên kuştin, serjêkirin û gulereşandina mirovan li meydanan bihîstine û li hemberî bêwatebûna vê şîdeta hovane wiha axivî:

"Bi rastî ez nizanim vê yekê çawa bibêjim lê ne pêwîst bû. Em hemû ji heman welatî ne, em hemû mirov in û em hemû jiyaneke bi rûmet heq dikin."

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di şerê neh rojî yê di navbera komên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî de, 386 jê sivîl, hezar û 386 kes hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst