Berpirsê Têkiliyan ê Deriyên Bejahî û Deryayî yên Sûriyeyê Mazin Elûş ragihand ku di hefteyên pêş de ew dê dest bi sererastkirina deriyên sînorî bikin û ew li benda lihevkirina bi HSDyê re ne.
Berpirsê Têkiliyan ê Deriyên Bejahî û Deryayî yên Sûriyeyê Mazin Elûş bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Mazin Elûş ragihand:
“Niha em ji bo ji nû ve avakirin û sererastkirina Deriyê Sînorî yê Tenefê yê bi aliyê Îraqê re plan û lêkolînan amade dikin.
Di hefteyên pêş de dê karên sererastkirin û nûjenkirinê li wî deriyî dest pê bikin.”
Mazin Elûş li ser Deriyê Ebûkemal-Qaimê amaje pê kir ku Şam û Bexdayê Hezîrana borî ji bo çalakkirina tevgera mirovî û bazirganî li hev kir.
Elûş eşkere kir ku ji destpêka sala 2025an ve ji Deriyê Ebûkemal-Qaimê re “35 hezar rêwî” derbas bûne lê tevgera bazirganiyê “hîn jî hinekî lawaz e”.
Elûş li ser rewşa deriyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de da zanîn:
“5 derî, Deriyê Kobaniyê, Deriyê Dirbêsiyê, Deriyê Qamişlo-Nisêbînê li gel deriyên Yarûbiye-Rebîeyê û Sêmalkayê dê di rewşa lihevkirinê de bi HSDyê re bikevin bin birêvebiriya wan.”
Elûş derbarê deriyên sînorî yên her wiha bal kişand ser nebûna hevahengiya di navbera wan û komîteyên Rêveberiya Xweser de.
Berpirsê Têkiliyan ê Deriyên Bejahî û Deryayî yên Sûriyeyê Mazin Elûş pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Li gorî geşedanên herêmî û hewlên ku ji bo vejandina tevgera bazirganî û geştiyaran di ser sînorên Sûriyeyê re tên dayîn, çav li ser rastiya deriyên bejahî û deryayî ne, çi yên ku niha kar dikin, çi jî yên ku rawestiyane û li benda ji nû ve aktîvkirinê ne. Ji bo agahdarbûna li ser pêşhateyên herî dawî yên vê dosyeya girîng, ez kêfxweş im ku mêvandariya birêz Mazin Elûş, Berpirsê Têkiliyan li Deriyên Bejahî û Benderên Sûriyeyê bikim, da ku li ser rewşa niha ya deriyan, planên pêşerojê û hûrgiliyên hevkariya bi welatên cîran re biaxive. Hûn bi xêr hatin wek mêvanekî ji Şamê bo ser ekrana me.
Mazin Elûş: Silav ji temaşevanên we yên hêja re, Xwedê we biparêze.
Rûdaw: Rewşa niha ya deriyên bejahî yên Sûriyeyê hûn çawa dinirxînin, yanî hejmara deriyên sînorî yên bejahî ku niha li Sûriyeyê kar dikin çend e? Û hejmara deriyên ku ji kar rawestiyane çend e?
Mazin Elûş: Derbarê deriyên sînorî yên bejahî de, li Sûriyeyê nêzîkî 20 deriyên me yên sînorî hene, ji wan niha 11 derî di xizmetê de ne. Hin derî hene ku kar li ser wan tê kirin ji bo ku cardin bikevin xizmetê, û deriyên me hene ku li derveyî kontrola hikûmeta Sûriyeyê ne. Deriyên ku niha di bin kontrola me de ne, şeş deriyên me bi Tirkiyeyê re hene: Deriyê Cerablusê, paşê El-Raî, Selame, Hemam, Bab El-Hewa û Keseb. Sê deriyên me yên sînorî bi Libnanê re di kar de ne, ew jî Deriyê Cideyde Yabûs, Erîda û Cûsiye ne. Sê deriyên din jî li ser sînorê Libnanê hene ku karê nûjenkirin û sererastkirina wan tê kirin da ku bikevin xizmetê. Deriyekî me yê sînorî bi Urdunê re heye, ew jî Deriyê Sînorî yê Nesîb e. Û niha bi Îraqê re, tenê deriyekî me yê sînorî di xizmetê de ye, ew jî Deriyê Ebûkemal-Qaim e. Înşallah planên pêşerojê ji bo vekirina hejmareke din a deriyan hene. Lê hin derî hene ku hîn ne di bin kontrola me de ne, ew jî li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ne.
Rûdaw: Em ê li ser vê mijarê biaxivin, lê derbarê planên taybet ji bo ji nû ve vekirin an vekirina deriyên sînorî yên nû de, planên we çi ne?
Mazin Elûş: Belê, derbarê sînorê Libnanê de, me ji dema rizgarkirinê ve Deriyê Cideyde Yabûs, ji aliyê Libnanê ve jî Deriyê Sînorî yê El-Masnaa vekir, ev deriyê me yê herî aktîf e. Paşê di meha Adara borî de me Deriyê Cûsiyê li bakurê Libnanê vekir, û du meh berê, du roj beriya Cejna Qurbanê, me Deriyê Erîdayê ku parêzgeha Trablûsê li bakurê Libnanê bi parêzgeha Tertûsê li bakurê rojavayê Sûriyeyê ve girêdide, vekir. Em niha kar dikin, bi hêviya Xwedê di nêzîk de em ê dest bi karên sererastkirin û nûjenkirina Deriyê El-Debûsiye bikin ku di navbera her du deriyan de ye û li bakurê Libnanê ye. Ev derbarê sînorê Libnanê de. Derbarê sînorê bi Îraqê re, Rêveberiya Avahî û Nûjenkirinê niha plan û lêkolînan amade dike ji bo ji nû ve avakirin û nûjenkirina Deriyê Sînorî yê El-Tenef, yanî El-Tenef-Welîd ji aliyê Îraqê ve. Di hefteyên pêş de dê karên nûjenkirinê li vî derî dest pê bikin. Bi giştî ev ew derî ne ku em niha li ser wan dixebitin. Planên me yên pêşerojê hene, înşallah, heta ku hewlên di navbera hikûmet û Hêzên Sûriya Demokratîk de bigihîjin encamê ji bo ji nû ve aktîvkirina deriyên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê.
Rûdaw: Ji destpêka îsal ve hejmara geştyarên ku di deriyên Sûriyeyê re hatine pêşwazîkirin çend e?
Mazin Elûş: Ji destpêka salê heta roja îro, me zêdetirî 5 milyon geştyar di deriyên sînorî re pêşwazî kirine. Ji wan 3 milyon geştyar hatine û 2 milyon geştyar derketine. Ev ji hemû 11 deriyên ku min berê behs kirin. Helbet, nêzîkî nîv milyon geştyarên din jî di dema piştî rizgarkirinê de, ango ji 8ê Kanûna Pêşîn heta destpêka sala 2025an, ketine nav welêt.
Rûdaw: We behsa Deriyê El-Qaim ê bi Îraqê re kir, rewşa niha ya derî çawa ye? Û asta tevgera rojane ya geştyar û kelûpelan di vî derî re çiqas e?
Mazin Elûş: Helbet derbarê Deriyê Ebûkemal-Qaim de, me ji roja yekem a rizgarkirinê ve kadroyên xwe şandin derî. Derî mixabin wêrankirî û talankirî bû û pêwîstiya wî bi nûjenkirineke berfireh hebû. Me wek qonaxa yekem ew bi awayekî demkî nûjen kir. Me kadroyên xwe şandin û amade kirin. Me şeş mehan tenê pêşwaziya Sûriyên penaber ên li Îraqê û yên ku dixwestin bi dilxwazî vegerin Sûriyeyê kir, ji ber ku ji aliyê Îraqê ve hîn danûstandinên siyasî di navbera me û wan de negihîştibûn encamê ji bo ku bi tevahî were aktîvkirin. Lê spas ji Xwedê re, di nîvê meha borî de biryareke hevbeş di navbera me û birayên li Îraqê de hat dayîn ji bo ji nû ve aktîvkirina vî derî. Û tevgera geştyaran, kamyonan û danûstandina bazirganî dest pê kir. Helbet niha karûbar hîn hinekî lawaz in, lê roj bi roj zêde dibin. Em niha di qonaxa avakirin û nûjenkirina derî de ne, em ê holên nû yên geştyaran, holên gumrikê ava bikin, qadan fireh bikin û karên din ên ku em plan dikin di demek nêz de pêk bînin. Nêzîkî 35 hezar geştyar di nîvê yekem ê sala 2025an de ji vî derî ketine hundir; ji wan 23 hezar hatin û 12 hezar derketin. Nêzîkî nîvê hejmarê, 17 hezar kes, Sûrî bûn ku li Îraqê penaber bûn û xwestin bi dilxwazî vegerin da ku li Sûriyeyê bi cih bibin.
Rûdaw: Û derbarê tevgera rojane ya kelûpel û danûstandina bazirganî de çi?
Mazin Elûş: Rastî, hîn jî lawaz e, yanî em her roj tenê behsa bi dehan kamyonan dikin, ne zêdetir. Helbet sedema vê yekê dûrbûn e. Gelek bazirganan pişta xwe bi veguhestina kelûpelên xwe bi rêya deriyên sînorî yên din digirt, ji ber ku ev derî nexebitî, û her wiha rêyên ku diçin wir pêwîstî bi hin karên nûjenkirinê hene. Lê li gorî ku em dibînin, her roj ji ya berê baştir dibe. Û li gel tevgera bazirganî, ez dixwazim bibêjim ku hikûmeta Îraqê alîkariyeke genim a gelek mezin ji me re şand. Em nêzîkî du mehan e ku her roj nêzîkî 60 heta 70 kamyonên barkirî bi genim di vî derî re derbas dibin, li gel tevgera bazirganî ku dibe ku rojê 20 heta 30 kamyon be di her du aliyan de. Lê rewş roj bi roj pêş dikeve, em pêşbînî dikin ku di meha bê de hejmara kamyonan, çi yên hinarde, çi jî yên hawirde, di Deriyê Ebûkemalê re ducar bibe û rewş ber bi başiyê ve diçe, bi îzna Xwedê.
Rûdaw: Gelo hewl û hewldan hene ji bo ji nû ve vekirina Deriyê Rebîayê?
Mazin Elûş: Rastî, Deriyê Rebîa-Yarûbiye hîn ne di bin kontrola me de ye, ew di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ye. Ew û Deriyê Qamişlo, Deriyê Dirbêsiyê û Deriyê Eyn El-Ereb. Û deriyê me yê herî girîng Deriyê Sêmalkayê yê bi Hewlêrê re ye, ev di dema niha de deriyê herî girîng e. Ev derî hîn jî di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ne. Em wek Desteya Deriyên Bejahî û Benderan, li benda çêbûna pêşketinan di rêkeftina ku di 10ê Adara borî de di navbera birêz Serok Ehmed Şer û birêz Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk de hatiye îmzekirin, û cîbicîkirina vê rêkeftinê li ser erdê ne, da ku em van deriyan werbigirin û tevlî rêveberiya xwe bikin, da ku deriyên sînorî yên Komara Erebî ya Sûriyeyê bi temamî di bin yek kontrolê de bin. Me kadroyên xwe ji bo wergirtina van deriyan amade kirine û planên xwe çêkirine, lê em li benda destpêkirina cîbicîkirina vê rêkeftinê ne da ku em bi planên xwe pêş de biçin.
Rûdaw: Di vê çarçoveyê de birêz Mazin, gelo di navbera komîteyên we û komîteyên Rêveberiya Xweser de gotûbêj çêbûne, bi taybetî li ser mijara birêvebirina deriyan?
Mazin Elûş: Heta niha na. Helbet wek ku hûn dizanin rêkeftin hate kirin û heta niha Hêzên Sûriya Demokratîk hewl didin xwe jê dûr bixin an cîbicî nekin û gelek astengiyan li pêşiya cîbicîkirina wê datînin. Heta niha me ti planek di vî warî de nekiriye. Helbet mijarên girîngtir hene ku divê li ser wan li hev were kirin, wek mijara artêş, ewlekarî û rêveberiyê bi giştî, heta ku di dawiyê de mijara deriyan dê bibe encamek tekez. Heta roja îro ti rûniştin di navbera me û wan de çênebûne, heta ku li ser mijarên bingehîn li hev were kirin û di dawiyê de ev mijar, her çend girîng bin jî, dê di dawiya cîbicîkirina rêkeftinê de bin.
Rûdaw: We behsa girîngiya Deriyê Sêmalkayê kir, gelo kanalên pêwendiyê di navbera we û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hene?
Mazin Elûş: Pêwendî di navbera birayên li Wezareta Karên Derve û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye û ev tişt ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lê em wek Desteya Deriyan, rasterast pêwendiya me bi wan re tune ye, ji ber ku pêwendî tenê ji bo karûbarên derve û bi rêya Wezareta Karên Derve ye. Helbet, Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê deriyekî pir girîng e ji ber ku kelûpel jê derbas dibin. Em diêşin, ez dixwazim li ser vê mijarê rawestim. Ji ber ku sînor di navbera me û Hêzên Sûriya Demokratîk de tune ye, gelek bazirgan kelûpelên xwe bi rêya Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê tînin û hewl didin bi qaçaxî wan bixin nav bazarên navxweyî yên Sûriyeyê. Em rojane ji anîna bi dehan kamyonên qaçax ên ku di eslê xwe de bi rêya Deriyê Sêmalkayê ketine herêmên bakurê rojhilatê Sûriyeyê û hin bazirganên çavbirçî hewl didin wan bixin nav bazara herêmî ji bo ku ji baca gumrikê birevin, diêşin. Me jî ji aliyê xwe ve rêbendên gumrikê li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê, çi ji bajarê Minbicê li bakurê rojavayê Sûriyeyê heta Deriyê Ebûkemalê, belav kirine. Bi dehan rêbendên me yên gumrikê hene. Em rojane kamyonên qaçax ên ku bazirgan bi rêya Deriyê Sêmalkayê tînin da ku ji bac û resmên gumrikê birevin, digirin. Yanî, em dixwazin derî bibin yek da ku em ji vê zehmetî û hewldana mezin a ku em niha didin, xilas bibin.
Rûdaw: Gelo derbarê Deriyê Nisêbîn-Qamişloyê de tiştekî nû heye? Û gelo niha ti hemahengî bi aliyê Tirk re ji bo vekirina wî tê kirin?
Mazin Elûş: Helbet, me bi aliyê Tirk re derbarê hemû deriyên sînorî de axivî û me du hefte berê serdana Deriyê Girê Spî û Deriyê Serê Kaniyê li herêma Kaniya Aştiyê kir. Ev her du derî di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de ne lê ne di bin rêveberiya me de bûn. Em bi hevahengiya bi birayên li Tirkiyeyê re dixebitin ku înşallah di demek nêz de deriyên Girê Spî û Serê Kaniyê tevlî rêveberiya me bibin. Û sê deriyên me bi Tirkiyeyê re dimînin, ew jî Deriyê Eyn El-Ereb, Deriyê Dirbêsiyê û deriyê herî girîng Deriyê Qamişlo-Nisêbîn e. Aliyê Tirk amade ye van deriyan radestî me bike, lê ji aliyê din ve ew ne di bin kontrola Tirkiyeyê û ne jî hikûmeta Sûriyeyê de ne. Ev sê derî ji aliyê Sûriyeyê ve di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ne. Yanî, ev sê derî, eger em deriyên Yarûbiye-Rebîe û Sêmalka jî lê zêde bikin, ev pênc derî dê bibin encama rêkeftina ku di navbera me û Hêzên Sûriya Demokratîk de hatiye îmzekirin.
Rûdaw: Hejmara benderên deryayî yên ku niha li Sûriyeyê kar dikin çend e û yên herî girîng ji bo barkêşiya bazirganî kîjan in?
Mazin Elûş: Du benderên me yên deryayî yên herî girîng hene, ew jî Bendera Tertûsê û Bendera Laziqiyê ne, ji bo barkêşiya bazirganî û bi temamî amade ne. Me peymanên navneteweyî yên taybet bi wan re îmze kirine, çi li Bendera Laziqiyê ku me girêbesteke veberhênanê ya mezin bi şirketa CMA re çêkir, ku yek ji mezintirîn şirketên cîhanê ye di bikaranîna stasyona konteyneran de. Û du hefte berê jî me peymana girêbesta veberhênana Bendera Tertûsê bi şirketa DP World a Dubaiyê re îmze kir. Elhemdulillah, şandeke mezin a teknîkî ji şirketa DP World gihişt. Ev şande dê dest bi karên plansazkirinê ji bo nûjenkirin û sererastkirina benderê bike û peyman dê ji îro pê ve bikeve cîbicîkirinê, înşallah. Her wiha kompaniya CMA jî peymanên xwe yên ku bi me re îmze kirine li stasyona konteyneran cîbicî dike. Û peymanên din jî hene ku înşallah di hefteyên pêş de bi aliyekî mezin ê cîhanî re ji bo bikaranîna yek ji benderên Sûriyeyê dê ronahiyê bibînin, bi îzna Xwedê. Ji bilî van benderan, benderên me yên herêmî hene, benderên ji bo masîgirtinê, sererastkirina keştiyan û geştiyariyê, çi ji girava Erwad, Ras El-Besît, Ras Ibn Hanî û gelekên din, nêzîkî heşt benderan, ev benderên hêsan in tenê ji bo nûjenkirin, masîgirtin û geştiyariyê ne. Û wek benderên sereke du ne, em bendereke sêyem jî lê zêde dikin, ew jî Bendera Banyasê ye, lê Bendera Banyasê di dema niha de tenê ji bo pêşwazîkirina barên petrolê yên hawirdekirî hatiye veqetandin. Lê înşallah planek heye ku di heyama pêş de ew bibe bendereke bazirganî, bi îzna Xwedê. Ez dixwazim tiştekî bibêjim, Herêmên Azad li Sûriyeyê girêdayî Desteya Giştî ya Deriyên Bejahî û Benderan e. Li Sûriyeyê deh herêmên me yên azad hene ku li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê belav bûne, ji Şamê heta Deraayê, Humsê, Laziqiyê, heta li Idlibê û her wiha yek li Yarûbiyê li cem Deriyê Rebîayê heye. Ev herêmên azad girêdayî Desteya Giştî ya Deriyên Bejahî û Deryayî ne, me ji bo wan jî planên veberhênanê yên mezin amade kirine û planek me heye, înşallah, ji bo firehkirin û amadekirina wan da ku bibin mîna herêmên azad ên cîhanî. Û her wiha girêbest hene ku hatine îmzekirin, dê di nêzîk de werin îmzekirin înşallah, ji bo avakirina çend benderên bejahî, çi li Idlibê, Helebê an li Hisyayê li Humsê. Û di bêrîka me de gelek plan û peymanên din hene ku înşallah di mehên pêş de dê ronahiyê bibînin. Û em soza xwe didin gelê xwe, bi rêya mînbera we ya hêja, ku Desteya Giştî ya Deriyên Bejahî û Deryayî dê hemû hewldanên xwe bide ji bo pêşxistina aboriya vî welatî û pêşkêşkirina hemû xizmetan ji gelê me re, çi geştyar bin, çi bazirgan bin, çi jî hemû kesên ku serdana saziyên me dikin, bi îzna Xwedê.
Rûdaw: Spas ji bo we birêz Mazin Elûş, Berpirsê Têkiliyan ê Desteya Deriyên Bejahî û Deryayî ya Sûriyeyê. Hûn mêvanê min bûn ji Şamê, hûn bi xêr hatin.
Mazin Elûş: Silavên min ji we re.
Rûdaw: Spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse