Hewlêr (Rûdaw) – Bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê di nava saetekê de du caran hejiya.
Erdheja yekem bi hêza 3,9 pileyan bû û demjimêr 11:47an rû da.
Pileya erdheja duyem jî 4,2 bû û ew erdhej demjimêr 12:57an çêbû.
Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku navenda her du erdhejan jî navçeya Gemlîkê ya Bursayê ye.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku ev erdhej nebûne sedema ti xisarê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse