Li Bursayê di 3 xulekan de 2 caran erd hejiya: Stenbol jî pê re hejiya!

04-12-2023
RÛDAW
Nîşan Bursa Erdhej Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gemlîkê ya Bursayê bi hêzên 5,1 û 4,5 pileyan du caran erd hejiya.

Erdhej li parêzgehên derdorê bi taybetî jî li Stenbolê bû sedema tirseke mezin.

Serokê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li Gemlîkê bi hêzên 5,1 û 4,5 pileyan du erdhej çêbûn.

Li gorî AFADê erdhej di saet 10:42 û 10:45an di kûrahiya 8,98 kîlometreyan erdê de pêk hatine.

Di daxuyaniya AFADê de hat gotin:

“Li Deryaya Marmarayê, li Gemlîkê (Bursa, Mudanya) di saet 10:42 û 10:45an da bi hêza 5,1 û 4,5 pileyan du erdhej çêbûn.

Heta niha ti xeberên ne xweş negihîştine ber destê me, em dişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst