Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca mijara herdu zarokên Kurdên Êzidî li êtîmxaneyeke bajarê Nevşehîrê yê Tirkiyê gihandiye Parlamentoya Tirkiyê û daxwaz dike Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay bersiva pirsên wê bide.
Malbatên du zarokên Kurdên Êzidî li êtîmxaneyeke bajarê Nevşehîrê yê Tirkiyê hatin dîtin daxwaza zarokên xwe kiriye, lê heta niha ew zarok nehatine radestkirin.
Parlamentera HDPê ya Êlihê Feleknas Uca, ev mijar li Parlamentoya Tirkiyê anî rojevê û derbarê mijarê de bo bersivdanê çend pirs arasteyê Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay kir.
Uca, di nivîsareke fermî de ku daye Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê çend pirs kirine û dibêje, ew herdu zarokên Kurdên Êzidî bi serpereştiya malbateke Turkmen ku DAIŞ bûye hatine Tirkiyê û li êtîmxaneyeke Nevşehîrê hatine bicîh hiştin.
Feleknas Uca dibêje, piştî ew herdu zarok ligel xwîşk û birayên xwe ketine peywendiyê, xwîşk û birayên wan ligel berpirsên Mûsilê hatine Nevşehîrê. Piştî pişkinîna DNA derketiye ku xwîşk û birayên hev in. Ligel wan herdu zarokan xwestine ligel xwîşk û birayên xwe vegerin, lê bi hinceta rêkarên yasayî radestî malbata wan nehatine kirin.
Feleknas Uca dipirse: “Gelo hun kar li ser vegerandina wan herdu zarokan dikin? Gelo ti lêkolînekê ligel wê malbatê dikin ku ew zarok anîne Tirkiyê? Ew zarokên Kurdên Êzidî ku hatine revandin, bi çi rêyekê anîne Tirkiyê? Piştî êrîşa DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de bo ser Şingalê çend ji wan zarokên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin bo Tirkiyê hatine anîn? Eger hene li ku ne û di jêr serpereştiya kê de ne?.
Çi bibû?
Keça Kurd a Êzidî Emir Hudeda Husên a 9 salî û xwîşka wê ya 11 salî, 3ê Tebaxê, ji gundê Werdiye yê ser bi nahiyeya Sinûnê ya Şingalê ve, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin. Ew herdu zarok radestî malbateke Tirkmen a DAIŞî hatibûn kirin. Paşê ew malbat li gel wan zarokan derbasî Tirkiyê bû. Wê malbata DAIŞî jî ji ber tirsa diyarbûnê, ew zarok radestî navendeke bê serpereştan a li bajarê Nevşehîrê yê wî welatî kirin.
Serokê Encûmena Parêzgeha Mûsilê, Seydo Şingalî, ji Rûdawê re aşkere kiribû, piştî ku wan herdû zarokan, xwe gihandine xwîşk û birayên xwe yên din, xwîş û birayên wan jî peywendî li gel wan peywendî danîne û ragihand ku di destpêka meha Îlonê de ew bi alîkariya beşek ji kesayetên Êzidî çûyîne bajarê Nevşehîr ê Tirkiyê û serdana wan herdu zarokan kirine.
Şingalî dibêje: “Nimûneyên DNAyê ji wan zarokan hatin wergirtin û piştre derket holê ku bi rastî jî zarok ew in ku hatibûn revandin. Zarokan dixwastin li gel me vegerin û bigihijin kesûkarên xwe. Lêbelê ji ber kar û barên fermî me nekarîn wan zarokan bi xwe re bînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse