Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û heyeta DEM Partiyê li Dîwana Serokatiyê ya Parlamentoyê civiyan.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Civîna Vekirina Sala 4emîn a Serdema 28emîn a Parlamentoya Tirkiyeyê bû.
Piştî rûniştina taybet, Erdogan, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş li pişt kursiya Dîwana Serokatiyê ya Parlamentoyê li hev civiyan.
Dema ku her sê kesan sohbet dikir, heyeta DEM Partiyê jî hat salonê.
Di heyeta DEM Partiyê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, endama şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît cih girtin.
Paşê Serokê ÎYÎ Partiyê Dervîşoglu jî beşdarî civînê bû.
Hevdîtina Erdogan a li Dîwana Serokatiyê ya bi serokên partiyan re nîv saetê ajot.
Erdogan, Dervîşoglu û Bakirhan li ber derî bi rê kirin û bi Bahçelî re ji Dîwana Serokatiyê derket.
Erdogan di derketinê de bersiva pirsên rojnamegeran da û got, “Me bi awayekî gelekî samîmî hevdîtina xwe bi serokan re kir. Hevdîtin gelekî samîmî derbas bû.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse