RAPORT - 111 rojnamevan bi 1817 salan hatin darizandin

01-12-2021
RÛDAW
Nîşan Rojnamevan Tirkiye Dadgeh Berdêla Nûçeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporteke ku di çarçoveya Bêrdêla Nûçeyê (Projeya Haberin Bedeli) de hatiye belavkirin, li Tirkiyê di Mijdara 2021ê de 111 rojnamevan bi giştî bi cezayê hezar û 817 salên girtîgehê hatine darizandin û 5 rojnamevan jî bi sal û 4 meh û 12 roj cezayê  girtîgehê û herwiha 16 hezar lîreyên tirkî hatine ceza kirin.

Raporta taybet bi astengî û rêgirtina rojnamegeran a li Tirkiyê ku di çarçoveya projeya Bêrdêla Nûçeyê de hatiye amadekirin, hat belav kirin. Ew raport bi piştgiriya Komeleya Rojnamegaran hatiye amade kirin û derbarê guşarên ser rojnamegeran ên di Mijdara 2021ê de agahî hatine dayîn.

Di raportê de amaje wê yekê hatiye dayîn ku li 10 bajarên cuda yên Tirkiyê di 40 dozên cuda de rojnamevan hatine darizandin.

Li gor raportê di dema mehekê de herî kêm 111 rajnamevan û xebatkarên medyayê derketine pêşberî dadweran. Di dozên wan rojamegeran de ku hê jî proseya darizandina wan didome, bo 111 rojnamegeran bi giştî 812 sal û 9 meh heta hezar û 817 sal û 11 meh cezayê girtîgehê û 35 hezar rojên edlî cezayê pere tê xwestin. Ji 4 rojnamevanan 40 hezar lîre cezayê pere û 2 milyon lîre cezayê qerebûyê hatiye xwestin.

Di raportê de tê gotin, di dozên ku biryar li ser wan hatiye dayîn de jî bo 5 rojnamevanan 6 sal û 4 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 16 hezar lîre cezayê pere hatiye dayîn. Hevdem derbarê 8 rojnamevanan de jî biryara azadkirinê hatiye dayîn.

Di raportê de tê gotin: “Bo hejmareke zêde ya rojnamegeran tawanên di çarçoveya Yasaya Rûbrûbûna Terorê de hatine arastekirin. 56 xebatkar û karmendên medyayê bi hinceta “endamtiya rêxistinê, 16 rojnameger jî bi hinceta “propgandekirina rêxistinê” hatine darizandin. Bo 7 rojnamegeran jî tawanê “sivkatîkirina bi Serokkomar” hatiye arastekirin. Di meha Mijdarê de dijî 4 rojnamevan bi daxwaza ji 11 sal û 8 meh heta 25 salan cezayê girtîhgehê, doz hatiye vekirin. Di heman serdemê de derbarê rojnamegerekê de gilî hatiye tomarkirin. 3 jê di dema berhevkirina nûçeyan de, 4 rojnameger jî hatine desteserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst