Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê di operasyona li dijî DAIŞ û El Qaîdeyê de ji 42 tohmetbarên ku hatibûn desteserkirin 18 jê hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Kocaeliyê ve dihat meşandin de, 29ê Kanûna Pêşîn operasyoneke hemwext hatibû destpêkirin.
Kar û barên ewlehiyê yên 30 tohmetbaran doh û yên 12 tohmetbaran jî îro bi dawî bûn.
Tohmetbar sewqî Dadgeha Kocaeliyê hatin kirin. Ji tohmetbaran 18 jê ji aliyê dadgeriyê ve hatin girtin û ji bo 3 tohmetbaran jî biryara kontrola dadî hate dayîn.
Her wiha tohmetbarek piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan û 20 tohmetbarên din jî radestî Birêvebiriya Koçê ya Parêzgehê hatin kirin.
Tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Kocaeliyê ji bo deşîfrekirin û rêlibergirtina çalakiyên DAIŞ û El Qaîdeyê operasyoneke hemwext dabû destpêkirin û 42 tohmetbar hatibûn desteserkirin.
Di lêgerînên li malên tohmetbaran de demançe, gelek weşanên qedexekirî û materyalên dîjîtal hatibûn bidestxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse