Ji Demîrtaş peyama Cejnê

02-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama cejnê ya bi Tirkî û Kurdî parve kir.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku zêdetirî 5 sal in di girtîgehê de ye, bi Tirkî û bi herdu zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) yên Kurdî li gel wêneyê xwe û hevjîna xwe Başak Demîrtaş û keçên wan li ser peyama cejnê par ve kir.

Demîrtaş di peyama xwe de dibêje: “Bi hêviya ku her rojeke me wek rojên cejnê bi aram û bi aştî be, cejna we hemûyan pîroz dikim. Rojê sey roşanan aramî aştî reyde paweyê ma yê. Roşanê şima bimbarek bo.”

Hevserokê Berê yê HDPê Demirtaş, ji Mijdara 2016an li Girtîgeha Edrîneyê girtî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst