Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Saraçhaneyê ya Stenbolê 42 kes bi tohmeta “heqareta li Serokkomar” hatin desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê derbarê bûyerên di mitînga CHPyê de peyamek belav kir.
Yerlîkaya di peyama xwe de diyar kir ku li Saraçhaneyê 42 kes ji ber “heqareta li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan” û “dijberiya hêzên ewlehiyê” hatine desteserkirin û got:
“Li welatê me ti kes me nikare kolan û qadan bike cihên êrişa li îradeya miletê me.
Ti kes nikare bi navê azadiyê jehra xwe ya nefretê li kolanan belav bike.
Ez wê hişmendiya ku heqaretê li Birêz Serokkomarê me dike şermezar dikim.”
CHPyê doh di roja 100î ya girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu de li navçeya Saraçhaneyê mitîngek saz kir.
Di vê mitîngê de alozî derketin û polîsan midexaleyî xwenîşanderan kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse