TIRKIYE - Hilbijartinên pêşxewt kengî tên kirin? Wezîrê Veguhastinê eşkere kir

02-08-2025
RÛDAW
Nîşan Abdulkadîr Uraloglu Tirkiye Hilbijartinên Pêşxwet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu li ser hilbijartina pêşwext got, “Li pêşiya me hilbijartineke serokkomariyê heye lê bi îhtimaleke mezin dê 2027an de bibe, ez wisa difikirim.”

Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu di Civîna Meclisa Şêwirê ya Berfireh a Rêxistina Parêzgeha Trabzonê ya AK Partiyê de axivî.

Abdulkadîr Uraloglu di dawiya axaftina xwe de behsa hilbijartinên pêşwext kir û texmîneke balkêş kir.

Uraloglu diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye dê hilbijartina pêşwext çêbibe û ew dê dawiya sala 2027an de be.

Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu wiha anî zimên:

“Li pêşiya me hilbijartineke serokkomariyê heye. Ew hilbijartina serokkomariyê di 2027, 2028an de ye...

Lê bi îhtimaleke mezin dê 2027an de bibe, ez wisa difikirim.

Ji posta min serbixwe, em wisa wê şevê li Trabzonê hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê dişopînin, em bêjin ku em ji nişka ve hatin dawiya 2027an.

Ez vê dibînim, Serokkomarê me dê bi ferqeke mezin careke din bibe serokkomar, ez vê dijîm, ji Xwedayê xwe dixwazim.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja 9ê Tîrmehê di axaftina xwe de ji Serokê CHPyê Ozgur Ozel re gotibû, “Birêz Ozgur, hilbijartina serokkomarî û parlamenteriyê dê sala 2028an û Hilbijartinên Birêvebiriyên Xwecihî jî dê sala 2029an de bên kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst