Tirkiyeyê samanên hinek kesayet û saziyên Îranê rawestandin

02-10-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Tirkiye Saman Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryareke Serokkomarê Tirkiyeyê, samanên 20 kes û 19 saziyên Îranê yên li Tirkiyeyê hatin rawestandin.

Biryar ji 1ê Çiriya Pêşîn ve kete meriyetê.

Li gorî biryara Serokkomariyê Tirkiyeyê ya ku di rojnameya fermî de hatiye weşandin, di çarçoveya bicihanîna biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî yên bi hejmarên 1718 (2006) û 2231 (2015) de, lîsteya wan kes û saziyên Îranê yên ku samanên wan hatine rawestandin, hatiye nûkirin.

Biryara ku di çarçoveya Yasaya Hejmar 7262yan de hatiye derxistin, dê ji aliyê Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyeyê ve were bicihanîn.

Li gorî biryarê, kesên ku samanên wan hatine rawestandin ev in: Davûd Aqajanî, Emîr Mueyed Elayî, Behmen Esxerîpûr, Mihemed Fedayî Aşiyanî, Ebas Rezayî Aştiyanî, Hale Bextyar, Murteza Behzad, Seyîd Hisên Hisênî, Elî Hacîniya Leylabadî, Hemîdreza Mihaciranî, Cafer Mihemedî, Îhsan Minecimî, Hûşeng Nobar, Mihemed Qenadî, Emîr Rehîmî, Cevad Rehîqî, Ebas Reşîdî, Mihemedcevad Kerîmî Sabit, Seyîd Cabir Sefderî û Qasim Silêmanî.

Di çarçoveya biryarê de, samanên Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, Banka Supayê, Banka Supayê ya Navneteweyî, Navenda Lêkolîn û Hilberîna Sotemeniya Atomê ya Îsfehanê, Navenda Teknolojiyê ya Atomê ya Îsfehanê, Banka Yekem a Sadiratî ya Rojhilat, Kompanyaya Keştîvaniyê ya Îran û Hîndistanê, Cabir Îbn Heyan, Navenda Lêkolînên Atomê ya Kerecê, Kompanyaya Kavoşyarê, Kompanyaya Enerjiyê ya Mîsbahê, Kompanyaya Teknîkî ya Pîşesaziyên Modern, Kompanyaya Novîn Enerjiyê, Navenda Lêkolînên Atomê ya Çandinî û Bijîşkiyê, Kompanyaya Pars Trashê, Pîşesaziyên Enerjiyê yên Pêşgam, Xeta Keştîvaniyê ya Başûrê Îranê û Kompanyaya Temasê hatin rawestandin.

Di biryarê de hatiye gotin, ew kes û saziyên ku di lîsteyê de ne, dikarin ji bo ku îtirazê li biryara rawestandina samanên xwe bikin, daxwaznameyê pêşkêşî Komîsyona Çavdêrî û Hevahengiyê bikin da ku bigihînin Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Ev biryar di çarçoveya pêbendbûna Tirkiyeyê ya bi mekanîzmaya cezayên Neteweyên Yekbûyî ve de hatiye bicihanîn.

Pispor amaje pê dikin ku ev gav bi taybetî ji bo zêdekirina zextên li ser bernameya atomê ya Îranê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst