Li Stenbolê nan dîsa hat bihakirin

09-05-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Nan Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê bihayê nanekî 200 gramî ji sedî 31,25 hat zêdekirin.

Bihayê nanekî 200 gramî ji 8 lîreyan Tirkî derket 10 lîreyan.

Li gorî biryara Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ITO) ji 9ê Gulana 2024an û pê ve bihayê nanekî 200 gramî bi rêjeya ji sedî 31,25an hatiye zêdekirin û dê nanê 200 gramî bi 10 lîreyan bê firotin.

ITOyê di civîna xwe ya meha gulanê de bihayê nan gotûbêj kir.

Di civînê de biryar hat dayîn ku bihayê nan bê zêdekirin.

ITOyê ragihand ku ji ber zêdebûna xerciyên wekî ard, hêvan û karkeriyê nanpêj rûbirûyê zehmetiyan dibin û ji ber vê yekê jî wan biryar da ku bihayê nan bê zêdekirin.

Li gorî biryara nû ya ITOyê:

Nanê 1 kîloyî bi 50 lîreyê Tirkî ye

Nanê 200 gramî bi 10 lîreyê Tirkî ye

Kanûna Pêşîna 2023yan bihayê nan careke din ji ber heman hincetan hatibû zêdekirin.

Bihayê nanê 210 gramî wekî 8 lîreyên Tirkî hatibû diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst