Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Bila Îlham Ehmed were Tirkiyeyê, rûnin û li hev bkin.”
Bakirhan diyar kir ku hevdîtina Komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re girîng e.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê destnîşan kir ku vê hevdîtinê meseleya Kurdan biriye zemîneke siyasî ya xurt.
Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina Komîsyona ya bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re û vexwendina Îlham Ehmed a ji bo Tirkiyeyê.
"Dem dema zemîna yasayî û demokratîk e"
Bakirhan diyar kir ku hevdîtina bi Ocalan re serkeftina aqilê çareseriyê ye û wiha got:
"Niha dem dema wê ye ku em hiqûqa xwe ya biratiyê ji zemîna şer derxin.
Divê em wê bigihînin zemîneke yasayî û demokratîk. Beriya hevdîtinê bahoz hatin rakirin.
Senaryoyên qiyametê hatin nivîsandin lê çi bû? Heyetek çû Îmraliyê û qiyamet ranebû."
Bakirhan da zanîn ku çûna Îmraliyê bendeke girîng a li pêşiya aştiyê rakiriye û got:
"Ev gava wêrek a ji bo avakirina aştiya civakî dê zemîna çareseriyê xurttir bike."
"Bila girtenameyên hevdîtinê bên parvekirin"
Tuncer Bakirhan diyar kir ku Komîsyon dê 4ê Kanûna Pêşîn dîsa bicive.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê ragihand ku şandeya çûye Îmraliyê dê girtenameyan hevdîtinê bi Komîsyonê re parve bike û got:
"Birêz Ocalan heta niha tiştek ji civakê veneşartiye. Ew bi salan e dibêje ku divê her cure fikir di nava şefafiyeta civakî de be.
Em dixwazin girtenameyên li Îmraliyê bi raya giştî re jî bên parvekirin. Bila civak wan bibîne û bixwîne bê li wir çi hatiye nîqaşkirin."
"Destê dostaniyê dirêjî Tirkiyeyê dikin"
Bakirhan bal kişand ser Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji aliyekî ve têdikoşe û ji aliyê din ve jî destê dostaniyê dirêjî cîranan dike û wiha pê de çû:
"Destekî dostaniyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî dirêjî Tirkiyeyê dibe.
Êdî divê ev dest were girtin. Îlham Ehmed dawiya vê hefteyê ji bo konferansa me ya navneteweyî ya li Stenbolê dawetkirî bû.
Wê jî gotibû ku dê tevl bibe lê hêj di vê mijarê de veger çênebûye. Em li benda helwesteke erênî ne."
"Bila Îlham Ehmed were Tirkiyeyê"
Tuncer Bakirhan bangî rayedarên Tirkiyeyê jî kir û got:
"Bila Îlham Ehmed were Tirkiyeyê. Kesên ku derbarê Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pirsên wan hene bila pirsên xwe jê bikin.
Bila fikarên xwe bînin zimên. Rûnin, biaxivin û li hev bikin. Dîplomasî ji bo çi ye? Diyalog ji bo çi ye? Bê guman ji bo vê ye."
Bakirhan destnîşan kir ku revîna ji çareseriyê û negirtina destê Kurdan bi kêrî kesî nayê û got:
"Berevajî vê, sazkirina diyalog û temasê dê herêmê rehet bike.
Em li bendê ne ku desthilat ji bo hatina Îlham Ehmedê ya Tirkiyeyê helwesteke hêsanker nîşan bide."
Bersiva "Sendroma Stockholmê" ya Ozel
Hevserokê DEM Partiyê bersiv da gotinên Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ên wekî "Sendroma Stockholmê" û "evîndariya celad" jî.
Bakirhan got, "Birêz Ozel ji kursiyê kongreyê teşxîsa 'Sendroma Stockholmê' ji bo me datîne" û wiha axivî:
"Em li parlamentoyê ji bo aştiyê li ser yasayan diaxivin.
Em li kolanan hewl didin aştiyê civakî pêk bînin. Gelo çima hûn ji kursiyê gotinên biçûkxistina gel tînin zimên?
Em wekî gel, bawerî û kedkarên vê cografyayê celadan gelekî baş nas dikin.
Em celadan ji goristanên xwe û 'kujerên nediyar' nas dikin. Kes nikare me bike qurban."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse