Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, qeydên têkildarî hejmara endamên partiyên siyasî yên ku li Tirkiyeyê çalak in nû kirin û eşkere kirin.
Li gorî qeydên ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind nû kirine, li Tirkiyeyê 188 partiyên siyasî hene û AK Partî bi 11 milyon û 543 hezar û 301 endaman partiya ku herî zêde endamên wê hene ye.
Li gorî lîsteya ku li ser malpera Serdozgeriyê hatiye weşandin, piştî AK Partiyê di rêza duyem de CHPyê tê ku milyonek û 922 hezar û 757 endamên wê hene.
Hejmara endamên partiyên di parlamentoyê de
Ji partiyên ku koma wan li parlamentoyê heye; hejmara endamên MHPyê 498 hezar û 21, ya ÎYÎ Partiyê 391 hezar û 731, ya DEM Partiyê 16 hezar û 228 û ya Partiya Seadetê jî 314 hezar û 86 e.
Her wiha hejmara endamên Partiya Yeniden Refahê wekî 652 hezar û 933 hat tomarkirin.
Partiya Demokrat 309 hezar û 27, Partiya Demokrasî û Partiya DEVAyê 125 hezar û 962 û Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) jî xwediyê 113 hezar û 675 endaman in.
Rewşa partiyên din
Hejmara endamên hinek partiyên din jî wiha ye:
Anahtar Partî: 105 hezar û 342
Partiya Zaferê: 71 hezar û 84
Partiya Paşerojê: 60 hezar û 494
Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP): 35 hezar û 547
Partiya Çep a Demokratîk (DSP): 22 hezar û 763
Partiya Anavatanê: 22 hezar û 517
HUDA PAR: 15 hezar û 949
Partiya Tirkiyeya Serbixwe (BTP): 14 hezar û 450
Partiya Vatanê: 12 hezar û 311
Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP): 7 hezar û 9
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, her sal hefteya yekem a mehên Çile û Tîrmehê hejmara endamên partiyên siyasî nû dike û li ser malpera xwe diweşîne.
Li aliyê din, hejmara endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku doza girtina wê li Dadgeha Destûra Bingehîn didome jî 3 hezar û 668 e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse