Hewlêr (Rûdaw) -Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ji malbat û hezkiriyên Sirri Sureyya Onder sersaxî xwest û got, "Tevî ku em xwediyê nêrînên cihê yên cîhanê bin jî em li ser paşeroja aştî û aram a heman welatî disekinîn."
Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder mir.
15ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê wî yê aortê krîza dil li Sirrî Sureyya Onder da.
Ev 18 roj bûn ku tedawiya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê dihat kirin.
Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Onder îro seat 16:10an mir.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser mirina Sirri Sureyya Onder peyameke sersaxiyê belav kir.
Devlet Bahçelî di peyama xwe de wiha got:
"Tevî ku em xwediyê nêrînên cihê yên cîhanê bin jî em li ser paşeroja aştî û aram a heman welatî disekinîn
Baweriya min ew e ku, Tirkiyeyeke bêteror dê bibe diyariyeke manewî ji Onderê rehmetî re û xizmeteke ebedî ji bo yekîtiya neteweyî û biratiya me.
Ez ji Xwedayê mezin rehmê ji birayê xwe Birez Sirri re dixwazim, hêvîdar im ku wî bi bihişta xwe, cemala xwe û dilovaniya xwe xelat bike.
Ez dibêjim, serê malbata wî ya xemgîn, civaka DEM Partiyê, hemû kesên jê hez dikin û dengderên wî, helbet serê me hemûyan sax be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse