Hewlêr (Rûdaw) – Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li Parlamentoya Tirkiyeyê çû şîna Sirri Sureyya Onder.
Devlet Bahçelî piştî 99 rojan çû Parlamentoya Tirkiyeyê, destê xwe bi rûyê Sirri Sureyya Onder re bir û anî û çû destê Parlamenterên DEM Partiyê û sersaxî li wan kir.
DEM Partiyê roja Çarşemê ji bo koça dawî ya Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li Parlamentoya Tirkiyeyê şîn danî û merasîmeke bibîranînê saz kir.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari got:
“Nexweşî û candana Sirri Sureyya Onder ê hêja hevgirtineke mezin a civakî derxist holê û em careke din kirin yek.
Ez wî careke din li hizûra we bi rêzdarî û minet bi bîr tînim û ji vê derê careke din sozê didin wî ku dê li ser axa Anadolê û Mezopotamyayê çek bêdeng bibin û dê êdî aştî biaxive.”
Serokê MHPyê ku ji meha Sibatê ve ji ber emeliyateke dil navber dabû kar û barên xwe yên siyasî beşdarî merasîmê bû.
Devlet Bahçelî bi zorê dimeşiya û li gorî berê gelekî zeîf bûbû.
Bi vî halî hatina wî ya ji bo şîna Sirri Sureyya Onder derbarê çarnivîsa pêvajoya aştiyê wekî peyameke girîng hate şîrovekirin.
“Divê em xwedî li îdeala Tirkiyeya bêteror a Onder derkevin”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş anî ziman:
“Di wê pêvajoya ku wekî Tirkiyeya bêteror tê binavkirin û dê êdî zarokên Tirkiyeyê bi ti awayî ji terorê zererê nebînin de gelek sûdên wî hebûn.
Ez niha dibînim ku ev îdeala mezin êdî ji bo me hemûyan wesiyetek e.
Divê em hemû xwedî li vê îdeala Tirkiyeya bêteror a Sirri Sureyya Onder derkevin û ji bo ku ev îdeal demildest pêk bê em neçar in her cure hewldanê bidin.”
Bahçelî rojek berê jî li mala xwe ya li Enqereyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.
Pêvajoya aştiyê yek ji mijarên herî girîng ên li ser maseya her du hevpeymanan bû.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî anî ziman:
“Niha madeya yekem a Hevpeymaniya Cumhur Tirkiyeya bêteror e ku di heman demê de polîtkayeke dewletê ye.
Helbet em dikarin bibêjin ku di civînê de ev yek jî hatiye gotûbêjkirin.
Bi salan e teror di nava sîstema me ya siyasetê de û li ser demokrasiya me tansiyoneke bilind çêdike.
Li gel ku rêxistina terorê xwe fesix kir û çekên xwe danîn ev tansiyon namîne û dê bibe sedem ku demokrasiya me enerjiyeke bihêztir wergire.
Di vê çarçoveyê de her gaveke şênber ku ji bo bidawîhatina terorê û xwefesixkirin û çekdanîna rêxistina terorê bê avêtin dê bersiv û gavên nû yên erênî li pey xwe bînin.”
Sirri Sureyya Onder ku 2 pêvajo ne yek ji aktorên herî girîng ên dan û standinan bû û dosyeya aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurdan di bin milê wî de bû 3yê vê mehê koça dawî kir.
Berpirsên AK Partî û DEM Partiyê bi gihandina encamê ya pêvajoyê û pêkanîna aştiyê wekî wesiyeteke Onder dibînin û bi peyamên xwe tekeziyê li ser berdewamiya pêvajoyê dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse